Hûsiyan moşekeke Kirûz avêt balafirgeha Ebha

Koma Ensarellah Hûsî bi moşeka Kirûz êrîşî balafirgeha Ebha kirin, di heman demê Koalîsyona Erebî ragihand ku wan balafireke bê pîlot xistin xwarê.

Kenala El-Mesîra a Komên Ensarallah El-Husî got: "Duh êvarî bi moşeka Kirûz a"Qidis1"êrîşî balafirgeha Ebha ya navdewletî ku li Asîr e, kirin."

Berdevkê Hêzên Husiyan Yehya Serî diyar kir ku moşek navenda oprasyonên leşkerî, cihên balafirên şer ên li balafirgehê kirin aramanc, her wiha bi bîr xist ku di encama êrîşê de liv û tevgera balafirgeha Ebha ya navneteweyî hate rawestandin.

Yehya bal kişand ser ku êrîş bersiva sûcdarî, demdariya ambargoyê û êrîşên asmanî ye.

Di vê derbarê de berdevkê Hêzên Koalîsyona Erebî li Yemenê Tirkî El-Malkî got hêzên Koalîsyonê duh êvarê balafira Husiyan a bê pîlot ku ji Sena ber bi Erebistana Siûdiyê ve şandibûn, rûxandin. Tirkî El-Malkî diyar kir ku hewldanên Husiyên ku destekê ji Îranê digirin, ji şandina balafiran  re têkçûn e.

(eh)

 


Mijarên Din