Hûsiyan hêzên Siûdî û Yemenê li Hecê topbaran kirin

Hûsiyan ragihand ku di encama topbarana parêzgeha Hecê ya bakurê rojavayê Yemenê de birîndar û kuştiyên hêzên Erebistana Siûdî û Yemenê hene.

Komên Ensarellah El-Hûsî li ser hesabê navenda xwe ya çapemeniyê yê Twitterê ragihand ku "Hêzên Hûsiyan top avêtine komên leşkerî yên Siûdî û Yemenê yên li ser sînorê midûriyeta Hered a beramberî Cîzan a başûrê rojavayê  Siûdiyê."

Navenda çapemeniyê diyar kir ku di encama topbaranê de bi dehan kes birîndar bûn û kuştiyên hêzên Siûdî û Yemenê çêbûn.

Topbarana Hûsiyan piştî çend saetan ji serweriya Hûsiyan ji nuqteyên artêşa Yemenê re pêk hat.

Di encama topbarana Hûsiyan a li sêgoşeya Ahim a midûriyeta Hered û rojavayê wê de, gelek leşkerên Yemenê hatin kuştin û birîndar bûn.

Di vê derbarê de Hûsiyan moşeka ‘Zelzal 1’ ku 3 km dûr diçe, her wiha çend top avêtin hêzên Yemenê ku di nav de alav li Hered a bakurê rojavayê Hecê hebûn û di encamê de birîndar û kuştî çêbûn.

(eh)


Mijarên Din