Hûsiyan bîr û parzûngehên petrole yên Erebistana Siûdiyê kirin hedef

Îro koma Ensarullah El-Hûsî ragihand ku bîra petrol û parzûngeha Erebistana Siûdiyê bi firokeyên bêpîlot kirin hedef. Beriya wê jî ragihandin ku balafirgeha Ebha ya Erebistana Siûdiyê hedef girtine.

Kanala El-Mesîra ya girêdayî koma Ensarullah El-Hûsî li ser zimanê berdevkê komê wiha daxuyand: "10 firokeyên bêpîlot bîr û parzûngeha El-Şêbe ya girêdayî şîrketa Aramko ya rojhilatê Erebistana Siûdiyê di operasyona bersivdana destpêkê de, kirin hedef."

Berdevk wiha lê zêde kir: "Bîra El-Şêbe, tê de depoya herî mezin a stratejîk a Erebistana Siûdiyê heye û bi qasî zêdetirî yek milyar bermîlî hildigire."

Operasyona hevsengiya destpêkê di çarçoveya qedexekirin û bersivdana projeya li dijî Koalîsyona Erebî ya çemberkirina gelê Yemenê de ye. Li rexê jî “soz da” Erebistana Siûdiyê û hêzên ku bi "dijminatiyê" bi nav kirine, dê operasyonên mezin û berfireh li dar bixin. Banga dûrketina şîrket û sivîlan ji nuqte û hedefên zindî yên Erebistana Sidûiyê nû kir û îşaret pê kir ku êdî bûne hedefên rewa û di her demeke pêkan de derbe bikin.

Berdevk îdia kir ku hedefên Hûsiyan rojane li Erebistan Siûdiyê fireh dibin û dê operasyonên pêş tund bin.

Her wiha jî diyar kir ku tu rê li pêş hêzên koalîsyonê û desthilatên Erebistana Sidûiyê ji bilî rewastadina şer û rakirina çembera ji ser gelê Yemenê nemaye.

Berdevkê leşkerî yê koma Ensarullah El-Hûsî roja înê (duh) wiha dabû zanîn: "Hûsiyan bi firokeyên bêpîlot êrîşî balafirgeha Abha ya navdewletî ya Erebistana Siûdiyê kir. Di encamê de şoreya asmanî hat rawestandin."

(fr)


Mijarên Din