Hûsiyan bi balafir û moşekan êrîşî Nicran kir

Koma Ensarellah Hûsî ragihand ku wan parêzgeha Nicran a Erebistana Siûdiyê bi moşekên balîstîk û balafirgeha wê jî bi firokeyên bêpîlot kirin armanc.

Tora El-Mesîra ya berdevkiya Koma Ensarellah El-Husî ragihand ku vê sibê hêzên Hûsiyan bi moşekên balîstîk navenda fermandariya Koalîsyona Erebî ya başûrê Seqam a parêzgeha Nicranê kir armanc.

Toreyê li ser zimanê berdevkê hêzên Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku moşeka balîstîk armanca xwe bi cih anî, navenda operasyonan rûxand, hejmarek ji kuştî û birîndaran çêbûn ku di nav de fermandar jî hene.

Şeva şemiyê jî hêzên Hûsî, bi balafirên bêpîlot (K2) êrîş birin ser nuqteyên leşkerî yên li balafirgeha Nicran. Di vê derbarê de Yeyha Serî diyar kir ku êrîşa yekemîn odeya birêvebirinê û serwerkirina balafirên bêpîlot ên li balafirgehê kir armac, êrîşa duyemîn jî nuqteyên leşkerî yên din û cihên balafirên bêpîlot kir armanc.

Ji aliyekî din ve jî Skynewsê li ser zimanê çavkaniyên leşkerî ragihand ku artêşa Yemenê çiyayê Zêb ku li ser herêma Baher serwer e, kontrol kir.

Çavkanî tekez kir ku serweriya çiyayê Zêb dê bihêle artêş derbasî nuqteyên Hûsiyan ên li midûriyeta Mawiya ya bakurê rojhilatê parêzgeha Tez bibe. Heman çavkaniyan got artêşa Yemenê careke din Selûl, medîne û hacir, Şenib, nuqteyên El-Mesani û Seraya kontol kirin, her wiha rêya alîkariyên ji Hûsiyan re ku li çiyayê Meşmermerê ne, qut kir.

Di heman demê de, artêşa Yemenê li gerînendetiya Baqim a bakurê parêzgeha Sedayê pêşde çû, fermandarê lîwaya 9`an a bejahiya Edîb Şihab got artêşa Yemenê Tiba Nayîf a midûriyeta  Baqim a stratejîk dîsa û hin nuqteyên derdorê jî, piştî şerê bi hêzên Hûsiyan re serwer kir.  

Ji sala 2014`an ve di navbera hêzên Hûsiyan ku Îranê destekê dide wan û hêzên girêdayî serokê Yemenê Abdrebo Mensûr Hadî şer heye û Yemen ji xizantirîn dewletên nîvgirava Ereban e. Ji sala 2015`an ve û bi destwerdana Siûdiyê bi serkêşiya koalîsyeke leşkerî ji bo destekdayîna hêzên Hadî, şer gurtir bû.

(eh)


Mijarên Din