Hûsî: Hêj bersiva Aramcoyê di plana me de ye

Komên Ensarellah El-Hûsî yên Yemenê diyar kir ku bersivdayîna êrîşên der heqê şîrketa Aramcoyê de hêj di nav planên wan de ye, her wiha şîrket û kesên biyanî têkildarî bicihkirina li kargehên şîrketê hişyarî dan.

Kanala Mesîra Net diyar kir ku berdevkê komên Ensarellah El-Hûsî yên Yemenê ragihand ku berdevkê hêzên Hûsiyan Yehya Serî îro eşkere kir ku êrîşên li ser şîrketên Aramco bi firokeyên nû û bi sîstemên cuda tev digerin, pêk hatiye.

Yehya Serî di daxuyaniyekê de şîrket û kesên biyanî der barê bicihbûna li şîrketan hişyar kirin û got hêj bersiva êrîşên kargehên Aramco di plana wan de ye û kîjan kêliyê pêk bînin, ne diyar e.

Berdevkê hêzên Hûsiyan gef li Erebistana Siûdî xwarin û got: "Em bixwazin, dikarin bigihîjinê, li ser vî esasî divê Erebistan hesabên xwe vegerîne û dijminên xwe û dorpêça xwe li ser Yemenê rawestîne."

Roja yekşemê bi 10 firokeyan êrîşî rafîneriyên Beqîq û Xerîs ên girêdayî şîrketa Aramco yên rojhilatê Siûdiyê kirin û Hûsiyan berpirsyariya vê yekê girte ser xwe, di heman demê de Mike Pompeo Îran tawanbar kir.

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Dominic Raab got êrîşên der heqê avahiyên petrol yên Siûdiyê de ne li gorî makezagonan e û got: "Brîtanya li pişta Erebistana Siûdiyê ye."

Raab wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ev êrîş li ser avahiyên petrola Siûdiyê xetere ye û gefan li bazara petrola cîhanê û peydakirina wê dike, ji ber vê yekê divê em xwedî bersiveke navdewletî bin."

 (eh)


Mijarên Din