Hûsî Aramko û bargehên leşkerî yên Siûdî Arabistan kirin hedef

Hûsiyan ragihandin ku wan êrişek berfireh li dijî avahiyên petrolê yên Aramkoyê, du balafirgehan û bargehek leşkerî ya girêdayî Siûdî Arabistan pêk anîne.

Hêzên çekdar ên girêdayî Hûsiyan di daxuyaniya xwe de got: "Wek bersîvdayînek li ser êrişa hawayî, hêzê bi moşek û bi balafirên daron êriş pêk anîn."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên Hûsî avahiyên şîrketa Aramko li herêma Cazan, Mitarî Abha, bargeha Xemîs Mişît û armancên hesas li kûrahiya Siûdî Arabistan bi hejmarek mezin ji moşek û daronan kirin hedef.

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku endamên hêzên Hûsî di karê xwe de berdewam in heta ku tevahiya axa Komarê rizgar bikin û serxwebûnê pêk bînin.

Hûsiyan di 14`ê Îlona sala derbasbûyî de êrişî avahiyên Aramko kirin û zirarên madî çêbûn.

(şx)


Mijarên Din