HRW: Tirkiyê û komên girêdayî wê li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk anîn

HRW‘ê di rapora xwe ya binpêkirinên di sala 2019‘an de hatin kirin de cih da binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê  li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) di rapora xwe ya  girêdayî binpêkirinên mafên mirovan ên di sala borî (2019) de derketin cih da binpêkirinên li bajarê Efrînê.

HRW‘ê di vê der barê de hate got: "Rewşa ewlehî li herêmên derdora Efrînê yên di bin serweriya (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) de ku hevgirtineke ji komên (Artêşa Sûriyê ya Azad e) û girêdayî Tirkiyê ne pir xirab bûye. Li gorî komîtey lêpirsîna navdelwetî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyê van komanan sûcên şer pêk anîne, sivîl kirin hedef, rehîne girtin û erebe mayîn dikirin. Her wiha qetilkirin, satajkirin, êşkencekirin û ferzkirina qanûnên dijwar li ser cilên jin û keçan pêk anîn."

Di berdewama raporê de îşaret bi kiriyarên Tirkiyê û çeteyên wê yên sûrî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin, hate gotin ku komên desteka xwe ji Tirkiyê digirin gelek binpêkirin kirine, ji wan şervan, çalakvan û xebatên tenduristiyê yên kurd bê dadgehkirin qetil kirin û mikên wan talan û desteser kirin.

 


Mijarên Din