HRW der barê dersînorkirina neqanûnî ya gelê Sûriyê ji Tirkiyê daxuyanî da

Rêxistina Human Rights Watch diyar kir ku desthilata Tirkiyê penaberên Sûriyê neçar dike ku li ser dersînorkirinê erê bikin û tekez kir dersînorkirina ku dewleta Tirk pê radibe, ne qanûnî ye.

Ji rvberên rêxistina Human Rights Watch (HRW) Jerry Simpson got heke penaber venegerin welatê xwe, Tirkiye gefa girtinê li wan dixwe û îdia dike ku penaber bi dilê xwe vedigerin welatê xwe û wiha anî ziman: "Dersînorkirina ku desthilata Tirkiyê pê radibe, ne qanûnî ye û em dibînin dersînorkirina penaberan ber bi herêmên şer ve ne qanûnî ye û ne jî bi dilê wan e."

Tê zanîn ku ji dema ku Tirkiyê bajarê Efrînê dagir kir, da ku demografiya herêmê biguherîne, penaberên Sûriyê bi darê zorê ber bi Efrînê ve birin, ev yek jî piştî ku êrîşên hovane li Efrînê di destpêka 2018`an de pêk anîn û zêdetirî 600 kesî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî hezar û 500 kes birîndar bûn û şênî neçarî koçberkirinê bûn, pêk tîne.

Rêxistinê bi bîr xist ku vegera bi darê zorê nîşana ku hikumeta Tirkiyê amade ye ku siyasetên xwe ferz bike da ku penaberên Sûriyê ji mafên parastinê bimînin.

Rapora Human Rights Watch rewşa welatiyekî sûrî ya nebelgekirî destnîşan kir ku ji Xûta ya bejahiya Şamê bû û bi darê zorê ew vegerandin bakurê Sûriyê, welatî zêdetirî 3 salan li Stenbolê dijiya, lê got di 17`ê Tîrmehê de polîsan ew girt û paşê ew û penberên din neçarî vegera li Sûriyê kirin.

Raporê destnîşan kir ku hejmarek tevî metirsiyê ber bi Idlib û bakurê parêzgeha Helebê ve hatin koçberkirin. Tê zanîn ku hêzên rejîma Sûriyê topbarana sivîlan berdewam dike û çekên giran bi kar tîne, di encamê de ji meha Nîsanê de 400 kesî jiyana xwe ji dest da û di nav de 90 zarok hene.

Li gorî raporê, Tirkiyê 3,6 milyon penaberên Sûriyê pêşwaz kirine û nîviya wan li Stenbolê dijîn.

(eh)


Mijarên Din