Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirk zêde dibe, li Şehbayê jî meşa bi heybet

Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê li dijî gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

Hêrsa gel a li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên dagirkirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe zêde dibe. Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê (kantona Efrîn û Şehbayê) ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker meşek li gundê Til Qerah ê girêdayî navçeya Ehrisê li dar xistin.

Di meşê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, pankartên "Destûra me hevpeyama me ye civakî ye ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye nivîsandin", "Destûra em tev li nebin em pabendiya wê nakin", "Parêzfanên aştî  û azadiyê kanîn" û "Em bêdengiya Koalîsyona Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî nebeşdarkirima me ji destûrê şermezar dikin."

Piştre şênî li qada Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn. Li wir deqeya rêz hate girtin û daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê terora cîhanî yanî DAIŞ`ê kir. Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Sûriyê Demokratîk roleke sereke di tunekirina DAIŞ`ê de li Sûriyê lîstin. Ev hêz fedekariyên mezin dan û zêdetirî 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndar kirin qurban. Ew hemû ji bo parastiya yekitiya Sûriyê, aştî û ewlehiya navdewletî, avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavendî ku nasname û mafên tevahiya pêkhateyan diparêze, bû."

Di daxuyaniyê de behsa gefên dewleta Tirk hate kirin û hewldana wê ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna ku çawa Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablus dagir kirine.

Di daxuyaniyê îşaret bi dûrxistina pêkhateyên herêmê ji komîteya destûra Sûriyê hate kirin û hate gotin: "Li ser wê bi navê şêniyên kantonên Efrîn û Şehbaya bi tevahiya pêkhateyên wê bi giştî û malbatên şehîdan bi taybet em dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên me re û gefên wê ji bo dagirkirina beşên din ji axa Sûriyê şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî di serî de NY, Meclisa Ewlehiyê û Yekitiya Ewropayê dikin ku zextê li aliyên têkildar bikin da ku nûnerên rastîn ên civaka sûrî tev lî amadekirina destûrê li gorî biryarên Cinevê bibin. Lew ra em diyar dikin ku her destûrek ji her komîteyekê ku em tê de nûnertiya gelê xwe nakin, îtîrafê pê nakin û em dê wê wek binpêkirina hovane der heqê vîna civaka sûrî û rêgezên qanûnên navdewletî û mirovî de bihesbînin. "

Di daxuyaniyê de bang li Rejîma Sûriyê hate kirin ku wek gavek dîrokî ji diyaloga avaker û rastîn bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vekirî be beriya ku dem derbas bibe û yekitiya Sûriyê ji her projeyek parçekirinê ku ji hêla dewletên herêmî û navdewletî ve têne xêzkirin biparêze.

Xwepêşendan bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û mezinkirina asta berxwadanê bi dawîn bû."

(şx)

ANHA


Mijarên Din