Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zêde dibe

Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi meşên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin û banga hate kirin ku divê Erdogan li ser sûcên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine were muhasebekirin.

TEBQA

Hêrsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hemberî sûcên aratêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde dibe. Bi hezaran şêniyên bajarê Tebqa, El-Mansûra û El-Cirniye meşek girseyî li bajarê Tebqayê li dar xistin. Şênî ji ber stada El-Gaz a bakurê bajêr ber bi Çarxeriya Dêr li navenda bajêr ve meşiyan.

Xwepêşendaran sloganên şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tik û bêndengiya wiha navdewletî berz kirin, her  wiha wêne û pankartên ku dirûşmeyên piştgiriya zarokên Serêkaniyê, Eyn Dîwarê û Girê Spî û rawestandina qetilkirina zarokan hildan.

Meş li be Çarxerêya Dêr rawestî û veguherî mitîng. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre bi navên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî, bi navê Meclisa Sivîl a Tebqayê hevseroka meclisê Yesrib El-Hesûn û bi navê Rêveberiya Jin a Tebqayê endama rêveber Mecîde El-Hisên axaftin hatin kirin.

Axaftvanan banga derxistina Tirkiyê ji NATO`yê kirin û gotin, dewletek sponseriya terorê dike. Her wiha diyar kirin ku belge û dimenên sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene.

Axaftvanan diyar kirin ku ew projeya dewleta Tirk aguhertina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qirkirina tevahiya pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb  û Suryan û red dike.

Axaftvanan bang li tevahiya kesên xwedî şeref kirin ku derbasî Serêkaniyê û Eyn Îsayê bibin û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker kirine bi çavên xwe bibînin. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku bi lez korîdorek mirovî ji bo derxistina birîndar û şehîdên di bin enqazan de mane.

Endama rêveber a Rêveberiya Jin a Tebqayê Semer Şihabî, hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Henano Xelîfa û cîgira Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Qîsara El-Inad ji ajansa me re axivin.

Hemûyan diyar kirin ku ew kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qirkirina nijadî red dikin û bang li dewletên cîhanê kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji bo ku êrîşan rawestîne. Axaftvanan gotin berxwedan û xweparastin mafê rewa yê gelan e û ew piştgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk dikin ji ber ku ew parêzvanê tekane yê herêmê ye.

Reqa

Bi hezaran ji şêniyên bajarê Reqayê, gundewarên wê û tevahî saziyên sivîş û meclisên herêmî beşdarî meşa şermezarkiirna dagirkirina Tirkiyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûn.

Meş li kolanên bajêr ji Çerxeriya Agirkujiyê ya li naverasa bajêr heta Çerxeriya Delê ya bakurê têketina bajêr di nava diruşm û sloganên silavkirina israr û berxwedana QSD’ê ya Berxwedana Rûmetê li dijî dagirkeriya Osmanî, li dar ket.

Di meşê de beşdaran pankartên bi nivîsên" Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji biratiya gelan e", "Şêniyên Reqayê bi yekdengî, Îran, Tirkiyê û Rûsya destûra Astana nûnertiya me nake", "rûmetdarên cîhanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komkujiyan re derbas dibin" û li rexê al, sembolên YPG, YPJ’ê, QSDê û Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, berzdan.

Hevseroê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemednûr Dêb û gerînendeyê Saziya Kar û Barên Olî Elî Nayif Şueyêb axivîn û bal kişand ser ku pêwîst e yekser dagirkerî bi dawî bibe û bang li dadgeha navdewletî kir ku ên sûcên şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne lêpirsîn bikin û bihêlin karwanên mirovî derbasî Serêkaniyê bibin.

Axêveran îşaret pê kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa bi hev re ji Kobanê heta Dêrazor, Reqa û Tebqayê teror têk bir û dê dîsa bi hev re dagirkeriya Osmanî jî têk bibin.

Dêrazor

Şêniyên gundewarên rojhilat û rojavyê Dêrazorê li pêş Meclisa Qanûnsaz a Cezrat a girêdayî gundewarên rojava kom bûn û li ser rêya sereke ya bajarokê Cezrat meşiyan. Şêniyan diruşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Bi rih û bi xwînê, bi te re ne Serêkaniyê" û li rexê pankartên bi nivîsên "Serêkaniyê bangî mirovahiyê dike, sivîl li hember bêdengiya navdewletî û çapemeniyê tên kuştin, Bila mirovahî li hember vê hovîtiyê ku mirovahiyê dikuje, şerm bike" berz da û hildan.

Di meşê de daxuyaniyek hat dayîn û ji hêla hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Cezratê Xelef Eseed ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em piştgirê gel û şêniyên xwe yên li Serêkaniyê ne. Îro bi sekneke xurt û serbilind li dijî binpêkirinên dijminatiya Tirkiyê û bikaranîna wê ya çekên qedexekirî, disekinin. Em şêniyên Dêrazorê, dê xak û gelê xwe li dijî dijminê faşîst bi rêya hevgirtin û yekdestiyê, biparêzin. "

(şx/rr)

ANHA


Mijarên Din