HRE’yê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin

HRE’yê diyar kir ku şervanên wan Eynat Rojava (Ebdilmecîd Hemo ) di 1'ê Kanûnê de û şehîd Ronî Cindirês (Cîhad Mihemed) di 20’ê Mijdarê de li Efrînê şehîd bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şehîdên xwe eşkere kirin. HRE’yê diyar kir ku şehîd Eynat Rojava (Ebdilmecîd Hemo ) di 1'ê Kanûnê de û şehîd Ronî Cindirês (Cîhad Mihemed) di 20’ê Mijdarê de li Efrînê şehîd bûne.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

 “Hevrêyê me Eynat Rojava di 1'ê Kanûnê de û hevrêyê me Ronî Cindirês di 20’ê Mijdarê de di berxwedana qonaxa duyemîn a rizgarkirina Efrînê de li Efrînê şehîd bûn.

Hevrê Eynat, di nava malbateke welatparêz de li navçeya Mabata yê bi ser Efrînê ve ji dayik bû. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi bandora berxwedana li dijî dagirkeriyê tev li refên me bû. Hevrê Eynat, bi hêrs û kîneke mezin û heta henaseya xwe ya dawîn li hember dagirkeriyê têkoşîna xwe domand û bi biryardariyeke mezin peywirên xwe di nava berxwedanê de bi cih anîn.

Hevrê Ronî, di nava malbeteke welatparêz de li navçeya Cindirês a bi ser Efrînê ve ji dayik bû. Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve piştî ku Efrîn dagir kir, bi bandora têkoşîna rizgariya herêma Efrînê tev li refên me bû. Hevrê Ronî di jiyanê de sekna xwe ya wêrek û fedakar di her kêliya jiyanê de parast û hetanî henaseya xwe ya dawiyê jî li dijî dagirkeriya Efrîne têkoşina xwe domand. Hevrê Ronî, erk û berpirsyariyên ku di berxwedanê de li ser xwe girtibû bi azweriyeke xurt bi cih anî.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Eynat Rojava
Nav û paşnav: Ebdilmecîd Hemo
Navê dayikê: Nesrîn
Navê bav: Mistefa
Cih û dîroka jidayikbûnê : Efrîn-Mabata
Cih û dîroka şehadete: Efrîn, 1 Kanûn 2019

***
Nasnav: Ronî Cindirês
Nav û paşnav: Cihad Mihemed
Navê dayikê: Qalye
Navê bav: Qadiflî
Cih û dîroka Jidayikbûnê: Efrîn-Cindirês
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn, 20 Mijdar 2019

Em hevrê Ronî û Zinar bi bîr tînin, ji malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”


Mijarên Din