HRE’yê li Şehbayê êrîşeke çeteyan têk bir

HRE’yê daxuyand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker xwestiye li Babê bi pêş de herin lê hêzên wan bersiv daye û hewldana êrîşê ya çeteyan têk biriye. Her wiha li Mareyê jî çeteyek hate kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Tiwês ê Babê xwestiye bi bêş de herin, li ser vê yekê hêzên wan bersiv daye û hewldana çeteyan têk çûye. HRE’yê diyar kir ku di 2’yê Cotmehê de bi çalakiyeke sekvaniyê li navçeya Mareyê çeteyek hatiye kuştin. Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin artêşa Tirk di navbera 2-5’ê Cotmehê de hin gundên Şehba û Şerayê dane ber obusan û zirar daye zeviyên gundiyan.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, li herêma Efrîn û derdora wê hêzên me li derdora Mareyê êrîşa çeteyan şikand û li Babê çeteyek kuşt.

Di 2’yê Cotmehê de hêzên me bi çalakiyeke sekvaniyê çeteyekî girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare kir armanc, di encamê de ew çete hate kuştin.

Di 4’ê Cotmehê de komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi êrîşekê xwest li derdora gundê Tiwês ê girêdayî herêma Babê bi pêş de werin lê rastî bersivdayîna hêzên me hatin û şer rû da, der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bi dest neketin.

Di navbera 2-5’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan gundê Til Medîq ê herêma Şehbayê û gundê Merenaz ê navçeya Şera topbaran kirin. Di topbaranê de ziyaneke madî gihîşt zeviyên gundiyan.”

Hêzên Rizgariya Efrîn | 7 Cotmeh 2019


Mijarên Din