HRE’yê li Efrîn û Babê li çeteyan da: 4 kuştî

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û Babê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên 24 û 25’ê Tebaxê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE’yê destnîşan kir ku di 24’ê Tebaxê de li Cindirêsê li hember çeteyên Feyleq El-Şam çalakiyeke sabotajê pêk anîne û di vê çalakiyê de 2 çete birîndar bûne. Her wiha di 25’ê Tebaxê de li Babê li çeteyên artêşa Tirk dane û di vê çalakiyê de jî 4 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî leşker û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Efrîn û derdora wê bê navber berdewam dikin.

Di 24’ê Tebaxê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê kombûyînekî çeteyên Feyleq El-Şam li gundê Dêrbelût ê navçeya Cindirêsê kir armanc. Di encamê de 2 çeteyên bi navên İbrahîm Ebû Nûr û Xalid Ebû Ehmed birîndar bûn.

Di 25’ê Tebaxê de hêzên me li dijî baregeheke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Hezwan ê girêdayî herêma Babê çalakiyek li dar xist. Hêzên me ji mesafeyeke nêzîk ve li çeteyan da û çeperên wan ên parastinê rûxandin, di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di navbera 24-26’ê Tebaxê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan topên obus û tankan gundên tijî sivîl ên navçeya Şêrawa; Kîmar û Soxanekê topbaran kirin, her wiha balafirên keşfe yên artêşa Tirk bê navber li ser heremê geriyan.”

Hêzên Rizgariya Efrîn | 27 Tebax 2019


Mijarên Din