HRE: Li Mareyê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

HRE’yê daxuyand ku di çalakiya wan a 24’ê Tebaxê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Mareyê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24’ê Tebaxê de çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe yên bibandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herema Efrîn û derdora wê berdewam dikin û derbên giran li çeteyan dixin.

Di vê çarçoveyê de; di 24 Tebaxê de, hêzên me çalakiyeke bibandor li dijî baregeheke artêşa dagirker a Tirk li gundê Til Malid ê girêdayî bajarê Mare li dar xist, di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Her wiha çeperên parastina navendê hatin rûxandin.”


Mijarên Din