HRE: Li Mare û Ezazê 9 çete hatin kuştin

HRE’yê li herêmên Ezaz û Mareyê rêzeçalakî li dar xistin û di encamê de 9 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 12’yê Sibatê de, li herêmên Ezaz û Marê ji aliyê hêzên me ve li hemberî çeteyên dagirker rêzeçalakî hatin lidarxistin.Li herêma Ezazê li pêşiya gundên Kefer Xaşer-Kefer Kelbîn çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 çeteyên girêdayî komên Cebhet Şamiyê û Ehrar Şîmal hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha mewziyek hat rûxandin û 2 çekên AK-47 hatin desteserkirin.

Li herêma Mareyê, li hemberî bendeke kontrolê ya çeteyên Lîwa Sultan Fatîh çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî brîndar bûn.

Li herêma Mareyê li gundê Hezwan çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de herî kêm 3 çete hatin kuştin.

Li herêma Marê li pêşiya gundê Tuweysê çalakiyek sekvanî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyên Şêrawa û Şera û herêma Şehba bi obus û hewanan bombebaran kirin.

 Bi giştî di çalakiyên 12’ê Sibatê de; 9 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn.”


Mijarên Din