HRE: Li Mare û Cindirêsê 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku di 2 çalakiyên wan ên di 28 û 29’ê Tîrmehê de li Mare û Cindirêsê 3 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û her wiha 6 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan di 28’ê Tîrmehê de li navçeya Cindirêsê û di 29’ê Tîrmehê de jî li Mareyê li dijî çeteyên koma bi navê Ehrar El-Şam 2 çalakî li dar xistine û diyar kir ku di her du çalakiyan de 3 çete hatine kuştin, her wiha 6 çete jî birîndar bûne.

Daxuyanî wiha ye: 

“Di çarçoveya çalakiyên hêzên me yên li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li bajarê Mare û navçeya Cindirêsê de hêzên me rêzeçalakî li dar xistin.

Di 28’ê Tîrmehê de li ser rêka di navbera gundên Gorde û Miskê yên girêdayî navçeya Cindirêsê de li hember seyareyeke leşkerî ya çeteyên Ehrar El-Şam yekîneyên me çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de seyareya leşkerî hat rûxandin, çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di 29’ê Tîrmehê de li derdora bajarê Mareyê hêzên me çalakiyek li hember baregeheke çeteyên Ehrar El-Şam li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”


Mijarên Din