HRE: Li Efrîn û Mareyê 6 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê  ragihand ku di çalakiyên wan ên li Efrîn û Mareyê de 2 leşkerên artêşa Tirk û 4 çete hatin kuştin û 6 leşker û çete jî birîndar bûn. Her wiha di çalakiyan de baregehek hat rûxandin û erebeyek tevî doçkaya li ser, hate jinavbirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên dawîn de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya HRE’yê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me çalakiyên xwe yên bibandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.

Di 29’ê Tebaxê de hêzên me li dijî navendeke artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyeke bibandor li dar xist. Di encamê de ew baregeh hat rûxandin, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di 30’ê Tebaxê de hêzên me êrîş bir ser baregeheke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare û şerê rû bi rû bi çeteyan re kir. Hemwextî wê hêzên me bi çalakiyekê seyareyeke leşkerî tevî çeka doçka rûxand. Di encama her du çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”

 


Mijarên Din