HRE: Li Efrîn û Babê 8 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Efrîn û Babê 8 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.

Di dîroka 17`ê Îlonê de hêzên me bi çekên sivik û navîn êrîş birin li ser baragehekî çeteyên Liwa El-Weqas li gundê Tiwês ê girêdayî herêma Babê. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Di heman dîrokê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê baragehekî çeteyên Sûltan Mûrad di navbera gundê Çema û Omera yên girêdayî navçeya Şera kirin armanc. Di encamê de 3 çeteyên koma çete ya navborî hatin kuştin.

Di dîroka 14 Îlonê de, me bi daxuyaniyekê encamdayîna çalakiyeke sabotajê a ku di 12 îlonê de pêk hatibû û liv û tevgera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser Pira Didwan li navenda bajarê Efrînê kiribû armanc ragihandibû. Di wê çalakiyê de bi qasî ku agahiyên zelal bi dest ketin 2 endamên koma çete ya Polîsên Leşkerî hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”

(kc)


Mijarên Din