HRE: Li Efrînê 6 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li gundê Fafirtînê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li dijî çete û leşkerên dagirkeriya Tirk çalaki lidar xistin. Di encama herdû çalakiyan de 6 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li gundê Fafirtînê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li dijî çete û leşkerên dagirkeriya Tirk çalaki lidar xistin. Di encama herdû çalakiyan de 6 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn û seyareyek hat rûxandin.

Daxuyaniya HRE’ê wiha ye;

“Hêzên me bê navber çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî leşker û terorîstên dewleta Tirk a dagirker a li Efrîn û herêmên derdora wê bicîh bûne, li dar dixin û didomîn in.

Di dîroka 23’ê Tîrmehê de li gundê Fafirtînê yê girêdayî navçeya Şêrawa hêzên me bi çalakiyekî êrîş birin li ser noqte û stargehên koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam. Di çalakiyê de yekîneyên me ji mesafeyekî nêz de li çeteyan dan. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, her wiha 3 çeperên çeteyan jî hatin rûxandin.

Hemwextî wê, hejmareke ji çeteyan xwestin piştgiriya çeteyên din bikin, lê ji aliyê yekîneyên me ve li ser rêka derbasbûna gundê Fafirtînê bi çalakiyekî sabotajê hatin armancgirtin. Di encamê de, di nav de serçeteyê koma Feyleq El-Şam yê bi navê Yasîn Ibrahîm Mensûr û alîkarê wî bi giştî 3 çete hatin kuştin û 1 çete jî birîndar bû. Herwiha seyareyeke leşkerî hat rûxandin.

Di encama herdû çalakiyan de yek jê serçete 6 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn û seyareyek leşkerî hat ruxandin.”

(bm)


Mijarên Din