HRE: Li derdora Şehbayê 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a Til Medîq ê herêma Şehbayê de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiya hêzên wan li gundê Til Medîq ê Şehbayê û topbarana li ser gundên navçeya Şera ya Efrînê daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bi bandor yên hêzên me li herêma Efrîn û derdora wê bê navber berdewam dike.

Di dîroka 13‘ê Tebaxê de li derdora gundê Til Medîq yê girêdayî herêma Şehba li hember komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hêzên me çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de çete 2 hatin kuştin. Piştre di navbera şervanên me û çeteyên dagirker de bi çekên navîn şerekî dijwar rû da, lê belê encamê vî şerî ne hat zelal kirin.

Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker gundên Merenaz, Malikiyê yên girêdayi navçeya Şera û gundên Um el-Hoş, Til Medîq, Semûqa yên girêdayî herêma Şehba ku tije sivîlin bi çekên giran û bi balafirên Drone topbaran kirin. Di encamê de li herêmê ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên sivîlan."


Mijarên Din