Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di 3’ê Çileyê de hêzên wan li herêma Efrînê rêzeçalakî li hember hêzên deweleta Tirk a dagirker lidar xisin.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye;
“Di 3’ê Çileyê de li herêma Efrînê ji aliyê hêzên me ve li hemberî arteşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Li xeta gundê Kîmarê ya bi ser navçeya Şêrawa li hemberî 3 seyare û baregehekî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên sabotajê û 2 çalakiyên taybet hatin lidarxistin. Di encama wan çalakiyan de leşkerek, 6 çeteyên koma Firqe Hemzet hatin kuştin. 7 çete jî brîndar bûn. Herwiha 3 seyare hatin imhakirin.
Di heman demê de artêşa dagirker û çeteyên wê geliyê di navbera gundên Soxanekê û Meyasê a navçeya Şêrawa bi obusan bombebaran kirin. Her wiha li ser herêmê balafirên keşfê geriyan.”
(bm)