HRE: Kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê dê bê hesab nemînin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li navçeya Şera çalakiyeke tolhildanê li dar xistine û di çalakiyê de çete Ebu Eymen hatiye kuştin. HRE’yê destnîşan kir ku dê hemû kiryarên terorane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê hesab nemînin û tola wan were hildan.

 Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li navçeya Şera ya Efrînê çalakiyeke tolhildanê li dar xistine û di çalakiyê de çete Ebu Eymen ê endamê koma bi navê Ehrar El-Şam hatiye kuştin. HRE’yê diyar kir ku destê çete Ebu Eymen di şehîdkirina şervanekî wan de hebûye û her wiha çete bi cenazeyê şervanê wan lîstiye.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

Di çarçoveya çalakiyên hêzên me yên li dijî leşker û terorîstên dewleta Tirk a dagirker de ku li herêma Efrîn û derdora wê hatine lidarxistin, hêzên me bi çalakiyeke taybet çeteyekî girêdayi koma Ehrar El-Şam kuşt.

Di dîroka 13’ê Tîrmehê de li navçeya Şera li dijî çeteyekî endamê koma Ehrar El-Şam hêzên me çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Ebu Eymen hat kuştin. Ev çalakiya tolhildanê ku hêzên me li dar xist, ji ber çeteyê bi navê Ebu Eymen destê wî di xwîna hevrêyekî me yê şehîd de hebû, her wiha çete Ebu Eymen bi cenazeyê hevrêyê me yê şehîd lîstibû.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê bi bîr dixin û tekez dikin ku hemû kiryarên terorane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê wê tu caran bê hesab nemînin û wê tol ji wan were rakirin.”


Mijarên Din