HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Li herêma Efrînê hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke bibandor li dar xist.
Di 7`ê Kanûnê de li gundê Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şêrawa hêzên me li dijî çeper û stargehên çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyek li dar xist. Di encamê de 7 çeteyên koma navborî hatin kuştin, 4 ji wan birîndar bûn û 2 stargeh û çeper jî hatin rûxandin.
Piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve gundên Meyasê, Zirneîtê û girê Zirneîtê yên bi ser navçeya Şêrawa bi dijwarî topbaran kirin.”