HRE: 6 çete hatin kuştin, 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de, 6 çete hatine kuştin û 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker jî birîndar bûn.

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Li herêma Efrîn û Ezazê, di 17-18 Çileyê de hêzên me li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

I 17’ê Çileyê de li herêma Ezazê hêzên me li hemberî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker birîndar bûn.

Di 17’ê Çileyê de di saetên şevê de û 18’ê Çileyê di saetên sibê de li xeta gundê Beradê yê navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî çeteyên artêşa dagirker 2 çalakiyên sabotajê yên bibandor li dar xistin. Di encama wan her du çalakiyan de 6 çeteyên Firqat Hemzet hatin kuştin.

Her wiha 17 û 18’ê Çileyê, artêşa dagirker gelekî gundên herêmên Efrîn û Şehbayê bi obusan bombebaran kirin. Li ser herêmê hîn jî tevgera balafirên keşfê berdewam dike.”

Mijarên Din