HRE: 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan ên duh de 4 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin. Her wiha diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Şera, Şêrawa û Şehbayê dane ber obus û moşekan û ziyanên madî gihîştine mal û zeviyên gundiyan.

Bi daxuyaniyeke nivîskî Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên dawîn de agahî dan. HRE’yê daxuyand ku duh di çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. HRE’yê diyar kir ku çepereke leşkeran hatiye rûxandin û erebeyeke çeteyan jî derb lê dane. Her wiha di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi obus û moşekan herêmên Şera, Şêrawa û Şehbayê kirine armanc û di encamê de ziyanên madî guhîştine mal û zeviyên gundiyan.

Daxuyaniya HRE’yê  wiha ye:

“Hêzên me bi rêzeçalakiyên bibandor liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker û baregehên wê yên li herêma Efrînê kirin armanc, di rêzeçalakiyan de hejmarek ji leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 22’yê Îlonê de hêzên me çalakiyeke bibandor li dijî çeperên artêşa Tirk a dagirker li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa li dar xist, di encamê de çeperek hat rûxandin û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 22’yê Îlonê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê li ser rêka gundê Basûtê û Efrîn seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker kir armanc, di encamê de seyareya zirxî hat derbkirin.

Di heman dîrokê de hêzên me li pêşiya baregeha artêşa Tirk a dagirker a li derdora gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera çalakiyeke sabotajê li dar xist, di encama çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Di navbera 20 – 22’yê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û fuzeyên Girad herêmên sivîlan ên li gundên navçeya Şerayê; Malikiyê, Şewarixa, Kela Şewarixa, Eyin Deqnê û gundên navçeya Şerawa; Aqîbê, Bênê, Soxanekê, her wiha gundên herêmên Şehbayê yên Til Rif’et û Bîloniyê topbaran kirin. Di topbaranê de ziyanên madî gihîştin mal û zeviyên gundiyan.”


Mijarên Din