HRE: 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

HRE’ê daxuyand ku li gundê Sarîncekê yê girêdayî navçeya Bilbilê 3 çete hatin kuştin, her wiha li Ezazê jî di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Têkildarî çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî hatine lidarxistin, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di roja 13’ê Tîrmehê hêzên me li gundê Sarîncekê ya navçeya Bilbilê li hemberî navendeke çeteyan çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê çeteyan hinek gundî girtin û îşkence li wan kir.

Di roja 20’ê Tîrmehê hêzên me li bajarê Ezazê çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek bi navê Osama Hadme a girêdayî koma Sultan Murad hat kuştin.

Giştî di van her du çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî brîndar bûn."


Mijarên Din