HPG: Tu eleqeya me bi kuştina Xazî Salih Elîxan nîn e

HPG’ê daxuyanî û nûçeyên îdia dikin ku ji kuştina gerînendeyê Asayişa Deriyê Gumrikê yê Serzerê Xazî Salih Elîxan hêzên wan berpirsyar in, derewandin û diyar kir ku tu eleqeya wan pê nîn e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin:

"Midûrê Asayîşa Deriyê Gumrikê ya Serzêrê yê Başûrê Kurdistanê Xazî Salih Elîxan li gundê Gelite yê nehiya Kanîmasî ya Dihokê di 8'ê Cotmehê de di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Midûriyeta Asayîşa Giştî ya Herêma Başûrê Kurdistanê de û di nûçeyên hin saziyên medyayê de tevgera me hate sûcdarkirin û ji vê êrişa tarî berpirsyar hate nîşandan. Lê belê tu eleqeya hêzên me bi vê êrişê re nîn e. Lewma daxuyanî û nûçeyên hatine dayîn ne rast in, dûrî rastiyê ne."


Mijarên Din