HPG, têkildarî operasyon û êrîşan daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyon û şer daxuyaniye da. HPG‘ê nasnameya du gerîlayan ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG‘ê têkildarî operasyon û êrişên hewayî yên artêşa dagirker a Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye

20‘yê Îlonê di saetên sibê de artêşa TC’ê li devara Kêla Memê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonekê kiribûn. 23’yê Îlonê jî di saet navbera 06:00-10:00’an balafirên şer ên Tirk bombe li devera Serê Orman barand. Li gel bomberdûmanê balafirên Skorsky yên TC’ê jî leşker li herêmê danî. Di derbarê vê oparasyona ku saetên şevê yên hem rojê vekişiyayî de em ê agahî piştre bi raya giştî re parve bikin.

9‘ê Îlonê me ragihandibû ku, 16’ê Îlonê di operasyona artêşa TC’ê ya li devera Şêx Hadî ya Bedlîsê hatibû lidarxistin de hevrêyeke me şehîd bûbû. Nasnameya Hevrêyê me yê bi navê Sîpan (Devrîm Aklbay) wiha ye:

Nasnav: Sîpan Tatvan

Nav û Paşnav: Devrîm Akbay

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayikê- Bav: Hayriye – Sedrettîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Bedlîs/17’ê Îlona 2019

Hevrêyê me Sîpan di sala 1987’an li navçeya Tetwan a Bedlîsê hatiye dinê. Hevrê Sîpan ê di nava malbatek welatparêz de mezin bûye, hê di temenê biçûk de rastiya Kurdistan û gelê Kurd nas dike. Hevrê Sîpan ê bi hestê welatparêzî û zanabûna şoreşê mezin bû, di demekê de êrîşên dewleta Tirk zêde bûn de ango sala 2009’an tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Hevrê Sîpan ê cihê xwe di nava refên Azadiyê de girt, bi cesaretek mezin û kesayetek zana hemû erkên şoreşê bi biryardarî û azweriyeke mezin bi cih aniye. Hevrê Sîpan ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bigire heta qadên Bakur di tevahî jiyana xwe ya têkoşînê de bûye fermandarekî pêşeng ê gerîla û erkên girîng girtiye ser milê xwe. Hevrê Sîpan ê xwedî bawerî û vîneke mezin, bi kesayet û sekna xwe ya dilnizim cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de kiriye. Hevrê Sîpan ê bi disiplîn û bi kêrhatiyên xwe yên teknîka şer ve bûye xofa dijmin, li dijî dijmin têkoşîneke bi bandor pêk aniye. Hevrê Sîpan herî dawî li Eyaleta Garzan têkoşîn kir, heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê şehîdan ê PKK’ê bû.

Di serî de sersaxiyê ji malbata hevêryê xwe Sîpan û hemû gelê Kurd ê welatrparêz re dixwazin û soza em ê ala têkoşînê ya radestî mekirî bigihînin serketinê.

Roja 24’ê Îlonê di êrîşa hewayî ya artêşa TC’ê ya dagirker a li herêma Dola Mezê ya navçeya Gever a Colemêrgê hevrêya me Eylem (Mîzgîn Ekîn) Şehid bû. Nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ye;

*******

Nasnav: Eylem Ozan

Nasnav: Mîzgîn Ekîn

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdin

Navê Dayik - Bav: Turkan – Eyup

Cih û Dema Şehadetê: Gever / 24’ê Îlona 2019’an

Hevrê Mizgîn li Mêrdinê di nava malbateke welatparêz de hate dinê û rastiya dijmin naskir û mezin bû. Hevrê Eylem şerê qirkirinê yê dewleta TC’ê ya dagirker a li dijî gelê Kurd dimeşand tu caran qebûl nekiriye û sala 2014’an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrê Eylem ji roja beşdar bûyî ve li ser bingehê xeta azadiya jin a Rêber Apo xwe pêşxist û bûye gerîlayekî jin a serketî. Hevrê Eylem bi dilnizmi û bi heyecana beşdar bûyî wê ji aliyê hemû hevrêyan ve were bibîranîn û di têkoşînê de were jiyîn.

Serî de ji malbata bi nirx a hevrê Eylem û hemû gelê welatparêz yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Agahiyên têkildarî êrîşên hewayî wiha e;

Roja 25’ê Îlonê saet 16:00’an balafirên şer bombe li herêma Bektorya ya herêma Heftaninê barandin.

Roja 26’ê Îlonê saet 08:00’an balafirên şer bombe li herêma Geliyê Avaşîn yê herêma Avaşîn, saet 15:30’an û 17:30’an li herêma Zevka yê herêma Qendîlê baradin.”


Mijarên Din