HPG‘ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) ragihand ku di çalakiya gerîlayan a li dijî leşkerên Tirk ên li herêma Tepê Xwedê yê herêma Avaşînê bicih bûbûn de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên têkildarî çalakiyan bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Berfirehiya daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê roja 5’ê Tîrmehê saet 12:30’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyak lidarxist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombe kir û di encamê de li eraziyê şewat derket.

Roja 6’ê Tîrmehê saet 09:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Yekmalê ya navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de li çeperên dijmin ên li gir hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagiker bi topên hawan û obusan herêm bombe kir. Di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket.

Li Şirnexê leşkerek hate kuştin

Roja 7’ê Tîrmehê (îro) saet 05:30’an hêzên me yên YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li Botanê didome de, li dijî leşkerên li herêma Deriyê Beroj a herêma Şehrîban li herêma Besta a Şirnexê çalakiya sekvanî lidarxist. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Êrîşên hewayî

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker roja 5’ê Tîrmehê saet 21:00’an bombe li herêma Saca ya herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de tu windahiyekî yê hêzên me çênebûn lê zirareke mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

Dîsan Roja 6’ê Tîrmehê saet 22:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Tepê Cûdî yê herêma Gundê Fila ya herêma Zê barandin. Di vê bombeberanê de ti windahiyekî hêzên me çênebûn.

Şehadeta 3 gerîlayan

"Di daxuyaniya xwe ya 26’ê Hezîranê de me ragihandibû ku, roja 22’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li nêzî gundê Qencas a navçeya Tatwan a Bedlîsê operasyon dabû destpêkirin û di êrîşa hewayî de 3 hevrêyên me şehîd bûbûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd Destan (Mehmet Sadik Îlçîn(, Ferman (Yûnûs Seymen) û Mervan (Ferhat Odumlu) wiha ye;

Nasnav: Destan Koçer

Nav û Paşnav: Mehmet Siddik Îlçîn

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik - Bavı: Fatma – Mahmût

Cih û Demê Şehadetê: Bedlîs / 22’ê Hezîrana 2019’an

*****

Nasnav: Ferman Tolhildan

Nav û Paşnav: Yûnûs Seymen

Cihê Jidayikbûnê: Stenbol

Navê Dayik - Bavı: Lelîhan - Aladdîn

Cih û Demê Şehadetê: Bedlîs / 22’ê Hezîrana 2019’an

****

Nasnav: Mervan Kûrsinç

Nav û Paşnav: Ferhat Odummlu

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik - Bavı: Antîka – Mehmet

Cih û Demê Şehadetê: Bedlîs / 22’ê Hezîrana 2019’an

Destan Koçer

Hevrêyê me Destan Koçer sala 1996’an li navçeya Hezex a Şirnexê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrê me Destan ku li gund jidayikbû û mezin bû çanda xwe ya resen winda nekir û hertim parast. Hevrê Destan ku bû şahidê êrîşên dewleta TC’ê ya faşîst ên li ji bo tinekirina dîrok û çanda Kurd, zilma li dijî gelê Kurd qebûl nekir û sala 2015’an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrê Destan ku li gorî jiyana gerîlatiyê tevgeriya, hemû erk û berpisyariyên xwe bêyî kêmahî bicih anî. Hevrê Destan bi moral û sekna xwe ya di jiyanê de enerjî daye hemû hevrêyên xwe û bi têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bû hevrêyekî me yê mînak.

Ferman Tolhildan

Hevrêyê me Ferman Tolhildan sala 1991'ê li Stenbolê ji dayik bû. Di rewşekê de ku sîstema dijmin her dever talan dikir û mirov bênasname dihişt, hevrê Ferman nasnameya xwe parast û li dijî dagirkeran berê xwe da nava tevgera azadiyê. Hevrê Ferman fêhm dike ku wê êdî nebe çerxeke sîstema kapîtalîst û yekane rêya rizgariyê afirandina azadiya rasteqîn e û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla dibe. Li Garzanê tevlî nav refên gerîla dibe û li vê qada ku dijmin giraniyê dide ser wezîfeyên girîng pêk anî û li dijî dijmin timî têkoşiya. Bi kedkarî û fedakariya xwe dihate naskirin. Heta kêliya ku şehîd bibe bi gelê Kurd û Rêberê xwe ve girêdayî bû.

Mervan Kûrsinç

Hevrêyê me Mervan Kûrsinç li nava derdoreke welatparêz a li Sêrtê ji dayik bû û mezin bû. Di temenê zarokatiyê de rastiya dijmin nas kir û bi ciwantî û wêrekiya xwe ji bo azadiya gelê Kurd sala 2014'an tevlî nava refên azadiyê bû. Hevrê Mervan ji roja ku tevlî bû û pê ve bi tevlîbûna xwe ya mert û bêguman bala hevalên xwe kişand ser xwe. Hevrê Mervan bi fedakarî, biryardarî û girêdana xwe ya bi Rêbertî re bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir û bi felsefeya Rêbertî xwe kir gerîlayekî şareza. Li her qada lê ma bi xwest wezîfe pêk anî û bi rengekî mînak tevlî bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn Destan (Mehmet Sadik Îlçîn), Ferman (Yûnûs Seymen) û Mervan (Ferhat Odumlu) em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdên xwe bi ser bixînin."


Mijarên Din