Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku 2018'an li Dersimê şehîd bûbûn ragihand.
Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:
''Navbeyna 28-29'ê Îlona 2018'an li navçeya Mazgirê ya Dersimê, piştî ku artêşa TC'ê ya dagirker operasyon dabû destpêkirin, şer derketibû û 3 hevalên me şehîd bûbûn. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me ku bi lehengî şer kiribûn û şehîd bûbûn wiha ne:
*****
Nasnav: Armanc Taylan
Nav û paşnav: Mustafa Bozyil
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Husna – Azîz
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Îlon l 2018 / Dêrsim
*****
Nasnav: Cesur Alî
Nav û paşnav: Alî Bagriyanik
Cihê jidayikbûnê: Dêrsim
Anne - Baba Adı: Sevîm - Mustafa
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Îlon 2018 / Dersim
*****
Nasnav: Cudî Zerdeşt
Nav û paşnav: Şervan Yaman
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Halime – Umer
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Îlon 2018 / Dersim
Hevrêyên me, Armanc, Cesûr û Cûdî li nav derdoreke welatparêz çêbûbûn û hê bi ciwanî Têkoşîna Azadiyê nas kirin. Hevrêyên me bi dirûşma Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad tevlî nav refên têkoşînê bûbûn. Ciwanên bi giyanê lehengî yên ku gelê me gihandine, di şerê dijî dewleta TC'ê ya dagirker de cih girtine û ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd serfiraz bibe heta hilma xwe ya dawî li ber xwe dane. Em gerîlayên azadiyê yên Kurditanê di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd em dibêjin serê hemû gelê me yê welaparêz sax be û em soz didin ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi serfiraziyê tacîdar bikin.''