HPG’ê nasnameyên 4 şehîdên xwe eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di 27’ê Tebaxê de li Dêrsimê 4 gerîla şehîd bûne û nasnameyên wan eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniya xwe ya 2’yê Îlonê de bi bîr xist û got: “Me diyar kiribû ku di 27’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li qada Mermangê ya Dêrsimê operasyonek li dar xistibû û di vê operasyonê de 4 hevalên me şehîd bûne.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Akîf Mahabad
Nav û paşnav: Şahîn Onen
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayikê: Gulistan
Navê bav: Sadûn
Cih û dîroka şehadetê: 27’ê Tebaxa 2019’an / Dêrsim

*****

Nasnav: Baz Mordem
Nav û paşnav: Onder Kaçar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayikê: Cevahir
Navê bav: Mûstafa
Cih û dîroka şehadetê: 27’ê Tebaxa 2019’an / Dêrsim

*****

Nasnav: Cîlo Botan
Nav û paşnav: Omer Acrak
Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Şerafettîn
Cih û dîroka şehadetê: 27’ê Tebaxa 2019’an / Dêrsim

****

Nasnav: Navdar Fîs
Nav û paşnav: Rojhat Fîdan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayikê: Canan
Navê bav: Recep
Cih û dîroka şehadetê: 27’ê Tebaxa 2019’an / Dêrsim

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hevrêyê me Akîf li Amedê ji dayik bûye. Hevrê Akîf bûye şahidê polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta Tirk a dagirker û di sala 2015’an de tevlî nav refê gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye bi fedakariya xwe di derdora xwe de bûye hêza moral, her peywira xwe bi berpirsyariyeke mezin pêk aniye. Bi her awayî xwestiye giyanê berxwedanê yê serdema nû fêm bike û li ser rêya serfiraziyê kedeke mezin daye.

Hevrê Baz jî di sala 1989’an de li Colemêrgê ji dayik bûye û hê di zaroktî de rastiya dijmin nas kiriye. Hevrê Baz di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û li Qada Zagrosê gerîlatî kiriye. Demeke dirêj li Zagrosan maye û piştre berê xwe daye qada Dêrsimê û têkoşîna xwe li wir domandiye. Hevrê Baz wekî milîtanekî girêdayî îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo heta dema dawîn ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye.

Hevrê Cîlo jî li Mêrsînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û di sala 2016’an de tevlî nav refên têkoşînê bûye. Hevrê Cîlo ji roja ku dest bi têkoşînê kiriye, bi fedaiyane têkoşiyaye. Heta kêlîka ku şehîd bûye, Hevrê Cîlo bi dil û armanca xwe ya mezin ji bo me bûye mînak.

Hevrê Navdar jî li Licêya Amedê ji dayik bûye û di van keleporeke welatparêz de mezin bûye. Hevrê Navdar di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û bi ked û cesareta xwe derketiye pêş. Hevrê Navdar heta kêlîka şehîd bûye, bi qehremanî tê koşiyaye.”


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya