HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kirin

​​​​​​​HPG'ê ragihand ku di 21'ê Mijdarê de li Heftanînê di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de 3 gerîla şehîd bûne û got dê nirxên têkoşînê yên şehîdan bi ser bixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ya 21'ê Mijdarê ya li herêma Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de wiha ne:

Nasnav: Bese Azer
Nav paşnav: Nûrten Atalay
Cihê jidayikbûnê: Wan
navê dayikê: Ayten

navê bav: Cemal
Cih û dîroka şehadetê: 21'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

***

Nasnav: Çîçek Kîçî
Nav paşnav: Gul Sakçak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
navê dayikê: Reyhan

navê bav: Şerîf
Cih û dîroka şehadetê: 21'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

*** 

  

Nasnav: Siyajin Devrîm
Nav paşnav: Hîlal Başak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
navê dayikê: Zehra

navê bav: Mahmût
Cih û dîroka şehadetê: 21'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

Hevrêyên me Bese, Çîçek û Siyajin li dijî komkujî, zext, hilweşandin û zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet û parastina vê jiyanê di demê cuda de tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyên me ku di demên êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker de tevlî nava refên gerîla bûn, bi sekneke fedayî wezîfe û berpirsyariyên partiyê hildan ser milên xwe û bi kedeke mezin tevgeriyan. Hevrêyên me Bese, Çîçek û Siyajin bi wêrekî û sekna xwe ya bi rûmet ji aliyê hevrêyên xwe ve hatin hezkirin. Li ser bingeha îdeolojî û felsefeya Rêbertî her kêliya xwe bi rengekî tijî û dagirtî derbas kirin, ji bo li ser bingehek rast bibin milîtanên Apoyî xwe timî bi pêş ve xistin û şareza kirin. Hevrêyên me herî dawî li herêma Heftanînê bi jiyan û têkoşîna xwe ji me hevrêyan re bûn mînak.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê nirxên têkoşînê yên şehîdan bi ser bixin."


Mijarên Din