HPG’ê nasnameya şehîdên Qilebanê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke niviskî çar gerîlayên ku 2’yê Tebaxê li Qilebanê ya Şirnexê şehîd bûbûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke niviskî çar gerîlayên ku 2’yê Tebaxê li Qilebanê ya Şirnexê şehîd bûbûn bi bîr anî. HPG’ê di daxuyaniyê de sersaxî da malbatê û gelê Kurdistanê û diyar kir ew soz didin ku alaya têkoşînê ya ku şehîdan dewrî wan kiriye bigihînin serfiraziyê.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

‘’Di daxuyaniya xwe de ya 3’yê Tebaxê me diyar kiribû 1’ê Tebaxê hêzên me li Qilebanê ya Şirnexê li dijî girekî ku ewlehiya qereqola Şehîd Kendal dikirin çalakiyek kirine û di vê çalakiyê de 14 leşker hatine kuştin. Dîsa di daxuyaniya xwe de me bi raya giştî re par ve kiribû ku piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker operasyon daye destpêkirin û 2’yê Tebaxê li Girê Şehîd Welat di navbeyna hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker de şer derketiye, 6 leşker hatine kuştin, 4 leşker birîndar bûne û 4 hevalên me yên ku li dijî dijmin bi lehengî şer kirin şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Agît Şoreş

Nav û paşnav: Yunus Tekîn

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dayikê: Saadet

Navê bav: Lutfî

Cih û dîroka şehdetê: 2 Tebax 2019 / Qileban

***

Nasnav: Arteş Metina

Nav û paşnav: Cesur Akkul

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayikê: Ayşe

Navê bav: Nurettîn

Cihê û dîroka şehîdbûnê: 2 Tebax 2019 / Qileban

***

Nasnav: Rezan Êlih

Nav û paşnav: Rıza Temel

Cihê Bûyinê: Êlih

Navê dayikê: Hayal – Ahmet

Cih û dîroka şehîdbûnê: 2 Tebax 2019 / Qileban

***

Nasnav: Zagros Berzeban

Nav û paşnav: Şehran Rustemî

Cihê jikdakbûnê: Dalaho

Navê dayikê: Adiye

Navê bav: Yarmural

Cih û dîroka şehîdbûnê: 2 Tebax 2019 / Qileban

Hevalên me Agît, Artêş, Rêzan û Zagros, zarên ku gelê Kurdistanê ew gihandine, li dijî komkujiyên deweta TC’ê ya dagirker di demên cuda de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne.

Hevrêyên me yên ku ji dil dilsozê nirxên gelê xwe ne, ji bo berevaniya li van nirxan û ji bo azadiya gelê Kurdistanê bê sekn û rawest têkoşiyane. Hevrêyên me yên fedayî ku bi keda dayin navê xwe li dîroka me ya azadiyê nivîsîne, bûne mîlîtanên Rêber Apo û ev bi rengê herî çak nîşan dane. Li herêma ku lê ne 4 hevalên me yên ku bi çalakî şer dikirin, derbên giran li dijmin dane û li çiyayên Kurdistanê şop û dewsa xwe hiştine.

Di demeke wiha de ku êrîşên faşîzmê pir giran bûne, hevalên me yên ku li qada ku bi çalakî têdikoşiyan Agît, Artêş, Rêzan û Zagros bi hurmetdarî em bi bîr tînin, di serî de malbatên hêja yên hevalên me, sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz. Em soz didin ku alaya têkoşînê ya ku hevalên me dewrî me kirine bigihînin serfiraziyê.


Mijarên Din