HPG'ê nasnameya şehîd  Hêlîn Helena eşkere kir

HPG'ê diyar kir, endama wan a Fermandariya Eyaleta Zapê Hêlîn Helena di 20'ê Tebaxê de li Zapê ji be bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 20'ê Tebaxê qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Di encama vê bomberdûmanê de endama Fermandariya Eyaleta Zapê hevrêya me Hêlîn Helena (Leyla Karabaş) şehîd bûn. Agahiyên der barê hevrêya me fermandar Hêlîn wiha ne:

Nasnav: Hêlîn Helena

Nav paşnav: Leyla Karabaş

Cihê jidaykibûnê: Yalova

Dayik-Bav: Salîha-Kasim

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tebaxa 2019'an / Zap

Hevrê Hêlîn sala 1983'an li Yalovayê ji dayik bû. Hevrê Hêlîn ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, mîna hemû jin û zarokên Kurd di temenekî ciwan de bû hedefa polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijdmin. Hevrê Hêlîn ti carî nepejirand ku ji xaka xwe dûr be û li metropolan neçarî jiyanê bê hiştin. Hevrê Hêlîn ev polîtîkayên qirêj ên dijmin ti carî qebûl nekir û li dijî vê neheqiya li gelê Kurd tê kirin rawestiya. Ji bo bibe bersiv ji komploya navneteweyî re ya sala 1999'an li dijî Rêbertî hate kirin di sala 2001'ê de ji Mersînê tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû. Hevrê Hêlîn ji bo welatekî azad û Rêberê azad tevlî têkoşîna PKK'ê bû û bi coş û kelecaneke mezin têkoşiya.

Hevala Hêlîn ku mînaka fedakariyê ye, dema destpêkê ya tevlîbûnê ji Xakurkê heta sala 2008'an Berxwedana Zapê û sala 2009'an li qada Bakur bi rengekî çalak têkoşiya û herî dawî li herêma Zapê wezîfe kir. Hevrê Hêlîn bû fermandareke gerîla ya şareza, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir û bû mînaka berxwedanê. Li her qada têkoşînê bi daxwaz, moral, fedakarî û girêdana xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re sekneke bi mînak nîşan da. Di îdeolojiya rizgariya jinê de ya ku Rêberê me afirand xwe kûr kir, di nava têkoşîna jinê de nirxên Sarayan, Bêrîtanan, Zîlanan di kesayetiya xwe de afirand û hewl da hêjayî wan be. Herî dawî li Eyaleta Zapê ku lê şehîd bû li dijî êrîşên artêşa TC a dagirker her li refên pêş bû û bi ked û hewldana xwe hewl da feraseta gerîlayên serdema nû xurt bike.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Hêlîn bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji bo bîranîna hevrêyên xwe yên fedayî bi ser bixînin."


Mijarên Din