HPG'ê nasnameya 3`yê şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê  nasnameya 3 gerîlayên ku 29'ê Tîrmehê û 9'ê Tebaxê li Bedlîs û Şirnexê bi bombardûmanên rejîma Tirk şehîd bûne, ragihand.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 2 gerîla li Bedlîsê, 1 gerîla li herêma Çiyayê Cûdî şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 29’ê Tîrmehê me bi raya giştî re par ve kiribû ku 26’ê Tîrmehê seat 15.30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qada Şêx Hebîb a Bedlîsê bombe kiribû û 2 hevalên me şehîd bûbûn. Di van bombekirinan de hevalên me Agît (Mustafa Yaman) û Ozgur (Eyûp Çaçan ) şehîd bûbûn.

Di daxuyaniya xwe de ya 9’ê Tebaxê me bi raya giştî re par ve kiribû ku 6’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker bi balafirên şer û helîkoptêrên êrîşê qada Hesena ya herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bombe kiribûn. Di encama vê bombekirinan de hevala me Amara (Şukran Altûg) şehîd bûye.

Agahiyên nasnameya hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ye;

Nasnav: Agît Yaman

Nav Paşnav: Mustafa Yaman

Cihê Bûyinê: Êlih

Navê Dê û Bav: Zubeyde – Nesîp

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 26 Tîrmeh 2019 / Bedlîs

*****

Nasnav: Ozgur Riha

Nav Paşnav: Eyup Çaçan

Cihê Bûyinê: Urfa

Navê Dê û Bav: Aliye – Abdulkadîr

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 26 Tîrmeh 2019 / Bedlîs

*****

Nasnav: Amara Gabar

Nav Paşnav: Şukran Altug

Cihê Bûyinê: Sêrt

Navê Dê û Bav: Heybet – Omer

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 6 Tebax 2019 / Cudî

HPG’ê bi berdewamî li ser jiyana têkoşînê ya 3 gerîlayan wiha got: ‘’Hevalê me Agît li Kozlukê ya Elihê hatiyê cihê û li nav malbateke welatparêz hatiye dinê. Hê di temekî ciwan de mirovekî kedkar bûye û bi hişmendî û hîsa welatparêziyê ku di nav kar de bi dest xistî, Tevgera Azadiyê nas dike. Hevalê me Agît 2014’an tevlî nav eniyên gerîla dibe, li her qada ku li nav gerîla mayî bûye xwedî tevlêbûneke jidil û fedekarî. Li her qada ku kar kirî, bi kesayatiya xwe ya kedkar li nav hevalên xwe bûye mînak û hemû peywirên xwe bi jidiliyekê bi cih aniye. Heval Agît ku li dijî şerê qirkirinê yê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li dijî Kurdan dayî destpêkirin, têkoşîneke çalak kiriye, di nav gelek xebatan de, ku derb li dijmin hatine xistin, cih girtiye û heta dawiyê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye.

Hevalê me Ozgur li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li nav derdoreke welatparêz hatiye dinê û hê ciwanî tevgera azadiyê nas dike. Heval Ozgur ku bi hîsên welatparêz ên Pirsusê mezin bûyî, 2011’an ji bo ku li dijî zextên faşîzma TC’ê ya li ser gelê Kurd têkoşîna aktif bike tevlî nav refên gerîla dibe. Heval Ozgur ku ji roja tevlê bûyî hewl dayî ku xwe bi pêş ve bixe, li qadên herî zor ên gerîlatiyê bê rawest her demê bûye xwedî pratîkeke wiha ku derban li dijmin bixe. Heval Ozgur ku fermandarekî zîrek ê gerîla bû, her demê hevrêyên wî jê bawer kiriine û hurmet dane.  Hevalê me Ozgur li dijî şerê qirkirinê ku dijmin dixwaze li Kurdistanê rê ve bibe, têkoşîneke çalak daye û heta hilma xwe ya dawî ji bo azadiya gelê xwe şer kiriye.

Hevala me  Amara 1994’an li Sêrtê li nav malbateke welatparêz hate dinê. Hevrê Amara bi nirxên gewherî mezin bûye, li dijî polîtîkayên dijmin ên asîmîlasyon û înkaraku dijmin li herêmê dike, hê bi ciwanî di nav têkoşîna azadiyê de cih digire. Hevala me Amara ji bo ku li dijî şerê qirkirinê ya ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li ser gelê Kurd dayî destpêkirin  têkoşîneke aktif bike tevlî nav refên gerîla dibe. Li hemû qadên ku lê bû, hevala me Amara bi rih û kelecaniya ciwanan din ava têkoşînê de cih digire û her demê ji hêla hevalên xwe ve tê hezkirin û mînak tê dîtin. Hevrê Amara dema li nav refên gerîla tim bûye xwedî helwesteke milîtanî.

Di serî de serê malbatên hêja ên şehîdên me, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be, em soz didin ku tola şehîdên xwe hilînin, azadiya gelê xwe bi cih bînin.’’


Mijarên Din