HPG`ê nasanameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasanemya 5 şehîdên ku li Avaşînê û Heftanînê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasanameya 5 gerîlayên ku li Avaşîn û Heftanînê şehîd bûne eşkere kir. HPG`ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

 Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di 26'ê Îlonê de ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a li dijî herêma Avaşînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Koçer, Xebat û Zinarîn şehîd bûn. Hevalên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Koçer Colemêrg

Nav paşnav: Ferhat Ertûş

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dayikê: Gulîstan

Navê bav: Mesût

Cih û dîroka şehadetê: 26'ê Îlona 2019'an / Avaşîn

*****

Nasnav: Xebat Colemerg

Nav paşnav: Devlet Dayan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dayikê: Sekna

Navê bav: Hasan

Cih û dîroka şehadetê: 26'ê Îlona 2019'an / Avaşîn

*****

Nasnav: Zinarîn Avzem

Nav paşnav: Îpek Nîşo

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayikê: Sîse

Navê bav: Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 26'ê Îlona 2019'an / Avaşîn

Di 25'ê Îlonê de ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a li dijî herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Andok û Têkoşer şehîd bûn. Hevrêyên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Andok Amed

Nav paşnav: Mûhammed Çîçek

Cihê jidaykibûnê: Amed

Navê dayikê: Saygul

Navê bav: Metîn

Cih û dîroka şehadetê: 25'ê Îlona 2019'an / Heftanîn

*****

Nasnav: Têkoşer Tolhildan

Nav paşnav: Mehmet Şerîf Taşdemîr

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayikê: Naciye

Navê bav: Mehmet Eşref

Cih û dîroka şehadetê: 25'ê Îlona 2019'an / Heftanîn

Li dijî şerê tinekirinê û qirkirinê ku dewleta TC a faşîst a dagirker dixwaze li Kurdistanê bimeşîne, hevrêyên me Koçer, Xebate, Zinarîn, Andok û Têkoşer di demên cuda de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûn û ji bo azadiya gelê Kurd dest bi têkoşîneke çalak kirin. Ji roja ku tevlî refên têkoşînê bûn û pê ve bi kedeke mezin tevgeriyan û li her qada lê bûn mîsyona xwe ya pêşengiyê bi rengekî serketî pêk anîn. Di demekê de ku êrîşên dijmin giran bûn, li refên herî pêş têkoşiyan. Bi tevlîbûna xwe ya li nava jiyanê bûn mînak ji hevrêyên xwe re. Ji bo azadiya gelê Kurdistanê hemû wezîfeyên xwe û berpirsyariyên xwe bi rengekî herî serketî pêk anîn. Hevlaên me di rastiya Rêbertî û xeta şehîdan a PKK'ê de bûn mînakên lehengiyê. Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û sozê didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe biginînin serketinê."


Mijarên Din