HPG'ê li Xakurkê derbên giran li artêşa Tirk dan

HPG'ê ragihand ku gerîlayên wan li Xakurkê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî pêk anîne û di çalakiyan de derbên giran li artêşa Tirk dane lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehatiye zelalkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gerîlayên wan li Xakurkê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî kirine.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 18'ê Çileyê saet di 12:30'an de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Derwêş ê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kirin. Derbên giran li kozik û stargerhên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di 17'ê Çileyê de piştî nîvro hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker a li herêma Xakurkê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de gelek leşker mirin û birîndar bûn, lê hejmar nehate zelalkirin.

Êvara 15'ê Çileyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora çemê Lolanê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”


Mijarên Din