HPG: Li Xakûrkê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Xakûrkê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li dijî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, roja 11’ê Tîrmehê saet di 09:10’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Sarya û derdora wê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de ji sê baskan ve li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bê ser û ber bi çekên giran herêm  gulebaran kir û saet 14:00’an bi desteka balafirên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin. Yekîneya me ya çalakî li dar xist, bi silametî gihaşt baregeha xwe.

Li Wanê 2 gerîla şehîd bûn

Roja 26’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundê Arkenîs yê navçeya Şax a Wanê operasyon dabû destpêkirin. Di operasyonê de ku bi desteka wesayîtên zirxî û balafirên keşfê didome, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar diqewime. 2 hevreyên me ku bi lehengî li dijî dijmin şer kir, şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre ji raya giştî re were parve kirin.

Roja 4’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li gundên Kanîsor, Xazir, Axçur, Silila û Aşkan ên navçeya Payîzava ya Wanê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li gund û derdora wê karê lêgerînan dikin, heqaret li gelê xwecih dike û zextan li wan dike. Ev operasyon heman rojê bêyî ku encamekê bigire paşve vekişiya.

Êrîşên hewayî

Roja 11’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet 05:00’an bombe li herêma Adilbeg a herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medayayê û saet 17:00’an li herêma Kesta ya herêma Metînayê barandin. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”


Mijarên Din