​​​​​​​HPG'ê li çiyayê Cûdî li artêşa Tirk da

HPG'ê daxuyand ku hêzên wan li çiyayê Cûdî derbeke serkeftî li yekîneyên artêşa Tirk a dagirker daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker dema ku li herêma çiyayê Cûdî operasyoneke leşkerî kiriye, bûye hedefa hêzên gerîla.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “31'ê Gulanê artêşa TC'ê ya dagirker li herêma çiyayê Cûdî ya Şirnexê, li qada Navsera Cûdî operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me yên YJA-Sarê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de ku hê li qadê berdewam dikir, 3'yê Hezîranê seat 09.10'an li dehma Deriyê Cevahîr leşker kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li yekîneyên dijmin hatine xistin, tespît nebûye bê ka çend leşker di vê çalakiyê de mirin û çend birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku 4'ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker  lii Qadên Parastinê yên Medyayê, li herêma Metîna, qada Golka saet 13.00'an, herêma Zapê, qada Şikefta Birîndaran jî saet 19.00'an, herêma Heftanînê qada Şabanîkê jî saet 20.00'an bombebaran kirine.

Her wiha HPG'ê da zanîn ku di van bombebaranan de tu ziyan negihaştiye hêzên wan.


Mijarên Din