HPG: Hêzên ser bi PDK`ê ve êrişî komeke hevalên me kir û hin ji wan şehîd xistin

HPG'ê têkildarî koma gerîla ku agahî jê nedihate girtin, daxuyanî da û diyar kir ku hêzên bi ser PDK'ê ve kom dorpêç kirine, êrîş biriye ser wan û hin gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''Komeke me ya biçûk a gerîla ku peywirdar bû ji deverekê biçe devereke din, piştî ku gihaştine dehma Xelîfan 26'ê Tîrmehê têkiliya me ji hev qut bûye.

Li gorî agahiyên ku me ji gelê xwecih standiye hêzên bi ser PDK'ê ve dora komê pêçaye, van hêzan êrîş biriye ser wan û hin hevalên me şehîd bûne. Agahiya ku gelê xwecih daye wiha ye. Qada navborî ji hêla hêzên PDK'ê ve hatiye pêçand, ketin û derketina nav qadê hatiye qedexekirin, ti agahiyek nayê standin.

Eynî deman rayedarên PDK'ê jî di ser çapemeniyê re daxuyandine ku li dehma Xelîfan rûdanek çêbûye. Derheqê aqûbeta van hevalên me fikarên me hene. Ti maneyeke wê nîne ku komeke ku tenê ji wir diçe wer dorpêçkirin û êrîş biçe ser. Ev rewş nayê qebûlkirin. Tê fêhmkirin ku helwesteke wiha tê nîşandan ku tenê xizmetê ji dijminên gelê Kurdistanê re dike.

Beriya ku zêde zor li sînorên tehemmûlê were kirin, derheqê aqûbeta van hevalên edm li hêviyê ne ku PDK ji bo me û raya giştî ne bi berevajîkirinê, agahiyeke pêbawer û pêewle bide.

Di qonaxa krîtîk a dîrokê de li bara vê êrîşkariyê ku ji hêla berjewendiya netewî ya gelê Kurd ve dikare rê li ziyanên mezin veke em bang li gelê xwe dikin ku bihistyar be û hemû derdorên siyasî yên têkildar ji hêla peywirên netewî ve bi berpirsyarî tevbigerin.''


Mijarên Din