HPG'ê gerîlayên li Çelê şehîd bûne bi bîr anîn

HPG'ê 3 gerîlayên ku 8'ê Tîrmehê li navçey Çelê ya Culemêrgê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn, bi bîr anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û wiha got: "Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Tîrmehê de me ragihandibû ku ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a 8'ê Tîrmehê ya li qada Deşta Xanê ya navçeya Çelê ya Culemêrgê 3 hevalên me şehîd bûne.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Dilşad Adil
Nav paşnav. Mûhîttîn Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Culemêrg
Navê dayikê: Beyaz
Navê bav: Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2019'an / Çelê

******

Nasnav: Navdar Ararat
Nav paşnav: Sînan Duzgun
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Salîh
Cih û dîroka şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2019'an / Çelê

*****

Nasnav: Simko Serhildan
Nav paşnav: Azad Agrali
Cihê jidayikbûnê: Culemêrg
Navê dayikê: Nesîbe
Navê bav: Cemîl
Cih  û dîroka şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2019'an / Çelê

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hevrêyên me Dilşad, Navdar û Simko li derdoreke welatparêz ji dayik bûn û di temenê ciwantiyê de têkoşîna azadiyê nas kirin.

Hevrêyê me Dilşad sala 2008'an ji Colemêrgê tev li nava refên gerîla bû. Ji dema tev li nava refên gerîla bû û pê ve bi rengekî çalak tev lê bû, bi pratîkeke bibandor li dijî dijmin tev geriya. Hevrêyê me Dilşad xwe bi rêbaza gerîlayê serdema nû şareza kir, bi ked û fedakariya xwe tev li nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Dilşad ku têkoşîn ji bo xwe kir rêbazeke jiyanê ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniyeke mezin a moralê.

Hevrêyê me Navdar sala 2013'an ji Agiriyê tev li nava refên azadiyê bû. Di temenekî ciwan de tevgera gerîla nas kir û bi girêdana xwe ya bi jiyanê û têkoşînê ji hevrêyên xwe re bû çavkaniyeke mezin a moralê. Di demekê de ku êrîşên dijmin gelekî giran bûn berpirsyariyên xwe bê kêmasî pêk anî.

Hevrêyê me Simko li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bû. Sala 2014'an tev li nava refên têkoşînê bû. Ji kêliya destpêkê ve bi fedakarî tev li nava gerîla bû. Hevalê me Simko bi durustî û kedkariya xwe dihate naskirin. Hevrêyên me Dilşad, Navdar û Simko ku bi şiyara 'Kurdistana azad, Rêbertiyê azad' tev li nava refên têkoşînê bûn, li dijî dewleta Tirk a dagirker şer kirin û ji bo serketina têkoşîna azadiyê ya Kurd heta kêliya dawî li ber xwe dan.

Bi navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya Kurd bi ser bixin.”


Mijarên Din