HPG`ê dîmenên çalakiya li Heftanînê weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiya li Heftanînê ya di 2’yê Çileyê de weşand. Di wê çalakiyê de 7 leşker miribûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê berê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê’ de hêzên YJA Starê di 2’yê Çileyê de saet di 14.40’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Konferansê çalakiyek li dar xistiye.

Gerîla TV dîmenên vê çalakiyê weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku li çeperên leşkeran tê xistin û teqîneke mezin çêdibe.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatibû diyarkirin:

"Di vê çalakiyê de çepereke dijmin bûbû hedef û ev çeper hatibû hilweşandin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatibû tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Hêzên me li helîkopteran jî dane û helîkopter neçar mane ku ji qadê vekişin."


Mijarên Din