HPC`ê  tedbîrên xwe ji bo parastina zeviyan zêde kirin

Hêzên Parastina Civakê (Cewherî) rolek pêşeng li gelemperiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina ewlehiya herêmê dilîzin. Hêzê di vê dawiyê de bi destpêkirina mewsima çinînê re ji bo rêgirtina li pêşiya şewatan, li bajarê Hesekê dewriye û nuqeteyên xwe zêde kirin.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve di bin bane Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de xwe bi rêxistin kirin. Hewl didin civaka xwe ji tevahiya xeteriyan û êrişên derve û hundir, şaneyên veşartî yên li dijî projeya neteweya demokratîk biparêzin.

Li rex Hêzên Sûriya Demorkatîk, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Xweparastinê Hêzên Parastina Civakê hene. ev hêz ji destpêka Şoreşa Rojava ve di 19`ê Tîrmeha 2012`an  de di nav komînan de hate avakirin.

Bi firehbûna erdnîgariya rizgarkirî re, ev hêz mezin bû. Di sala 2015`an de bi awayekî fermî avabûna wê hate ragihandin. Di 4`ê Nîsana 2016`an de Hêzên Parastina Civakê-Jin hate avakirin.

Endamên vê hêzê, bi hevkariya hêzên din ewlehî û aramiya herêmê diparêzin.

Bi destpêkirina mewsima çinînê re ya îsal û ji bo ku rê li pêşiya rûdana şewatan bê girtin, Hêzên Parastina Civakê li bajarê Hesekê bi aramnca têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên ku hewl didin agir bi zeviyan xînin, dewriyên xwe zêde kirin. Rojane bendên xwe li herêmê ava dikin bi taybet li gundewarê bajêr. Di sala borî de ji ber şewatên li herêmê rûdane, bi hezaran donim zevî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitîn.

Têkildarî karê hêzê di vê dawiyê de û sedemên ku ji ber wê dewriyên xwe li bajêr û gundewar zêde kirine, endamên HPC û HPC-Jin`ê ji ANHA`yê re dema nobetdariya zeviyan dikirin axivîn.

ŞEWATÊ BI AWAYEKÎ NEYÎNÎ BANDOR LI QUTA ŞÊNIYAN KIR

Luqman Edhem endamê rêveber ê HPC`ê ya kantona Hesekê destnîşan kir ku ew tevî Komîteya Awarte bûne ya ku bi armanca rêgiritina li pêşiya şewatan ava bûye. Edhem diyar kir ku şewatên di sala borî de çêbûne, bi awayekî neyînî bandor li aboriya şêniyan kir.

Edhem di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku wan bi tevahiya meclis û komînên bajêr û gundên girêdayî wî re koordîne kirine. Civînên têkildarî awayên parastina zeviyan, girtina tedbîrên hişyariyê mîna amadekirina jêderên avê, sahrîc û tiraktoran ger şewatek rûbide, lidar xistine.

Hêzên Parastina Civakê bi hêzên ewlekariyê yên din re koordîne dike da ku ewlehî li herêmê serwer bibe. Tevgera hêzê di nav Komîteya Awarte de ya ku Rêveberiya Xweser di dawiya 2018`an de ava kiriye, zêde dibe. Ji girîngtirîn erkên komîteyê, girtina tedbîran dema rûdana kerasetên xwezayî mîna lehî, erdhej û şewatan û pêşkêşkirina alîkariyê ji şêniyan re.

Endamê rêveber ê hêzê, Macid Ferîd diyar kir ku bi destpêkirina mewsima çinînê re hêzê dewriyên xwe di nav bajêr û gundan de zêde kirin. Her roj di nav gundên derdora bajarê Hesekê de û rêyên zeviyan digere. Nuqeteyên xwe yên diyar li tevaiya bajêr belav kirine.

DIVÊ ŞÊNÎ LI REX HPC`Ê ZEVIYÊN XWE BIPARÊZIN

Li gorî Ferîd rojane sê dewriyan dimeşînin. Her dewriyek ji 6 endaman pêk tê.

Her wiha îşaretpê kir ku sedema sereke ya şewatên di nav zeviyan de, bizanabûn e, bi taybet ji hêla şaneyên veşartî û aliyên dijberî projeya neteweya demokratîk a li herêmê.

Ferîd di dawiyê de bang li şêniyên gundan kir ku bi hêzê alîkar bin û zeviyên xwe biparêzin ji bo ku barên endamên hêzê sivik bikin.

HPC-JIN; PARASTINA ERZAQÊN ŞÊNIYAN ERKA ME YE

Sebah Reşîd endama rêveber a HPC-Jin a taxa rojhilata bajar diyar kir ku jin rola xwe li ser tevahiya astan dilîzin. Her wiha got ku endamên jin ên hêzê zeviyan diparêzin, ji ber ku parastina erzaqên şêniyan erkek exlaqî û mirovî ye dikeve ser milên wan. Ji ber wê dewriyên xwe di nav bajêr û gundewar de birêxistin dikin.

Sebah got, endamên ji rojê her sê saetan ji saet 08:00`an heya 11:00`an şevê derdikevin nobetdariyê.

Li gorî serjmariyên ku Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirine, di sala borî de ji ber şewatan zêdetirî 435 hezar û 500 donim zevî şewitîn û 14 kes di nav de sivîl, leşker, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên agirvemirandinê dema şewat vedimirandin şehîd ketin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din