HPC: Parastin erka her kesî ye

Hêzên Parastina Civakê yek ji hîmên sereke yên pergala parastinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Li herêma Serêkaniyê HPC bi hevkariya aliyên ewlehiyê parastinê dike.

Hêzên Parastina Civakê (HPC) ku ji hemû şêniyên civakê û hemû temenan pêk tê, li herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê ji bo xurtkirina ewlehî, îstîqrar û parastina herêmê li kêleka hêzên ewlehiyê ne.

Her wiha HPC bi rêya birêxistinkirinê û derxistina dewreyên xwe û danîna nuqteyên bendên kontrolê li taxên bajêr û herêmê, roleke girîng di parastina herêmê, navçe, bajar û gundên wê de dilîze.

Ji destpêka nakokiyên leşkerî di demên dawîn de li ser sînorê di navbera herêmên Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de HPC li kêleka aliyên ewlehiyê parastina herêmê dike.

Der barê mijarê de, gelek endamên HPC`ê dema ku di nava taxên bajêr de û li ser kolanên sereke û di daketina bajarê Serêkaniyê bûn û parastin dikirin ji ANHA`yê re destnîşan kir ku parastina herêmê ji gefên hundirîn û derve, erka wan e.

Parastina civakê erka hemû kesî ye

Endama rêveberiyê di nav HPC-Jin de Sureya Mihemed diyar kir ku piştî gefên dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û di nav de herêma Serêkaniyê ku hêz û çekên xwe yên giran li ser sînor kom kirine, HPC’ê dest bi xurtkirina dewriyeyên xwe li hemû taxên herêma Serêkaniyê kir da ku parastina gel û herêmên xwe ji gefên derve bike.

Sureya Mihemed da zanîn ku beramberî welatê xwe bi rêya hevgirtina hemû pêkhateyên li herêmê bi erka xwe radibin û tekez kir ku ew tu hêzên din di herêm û welatê xwe de qebûl nakin. Sureya got: "Ji ber ku em di herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dijîn ku bingeha biratiyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ye."

Sureya Mihemed di dawiyê de bang li hemû şêniyên herêmê kir ku bi HPC`ê re li kêleka hev bisekinin, ji ber ku parastina civak û destkeftiyên wê erka hemû kesî ye, ne tenê li ser milê hêzên ewlehiyê.

Her wiha Cîhad Emîn endamê rêveberiya HPC`ê ya herêma Serêkaniyê da xuyakirin ku armanc dikin ku hevkariyê bi şêniyan re bikin û parastina herêmên xwe bikin û wiha dewam kir: "Dewreyên ku li nava kolanên bajêr derdikevin, erka ser milê me ye."

Emîn di dawiya axaftina xwe de got ew bi gel û pêkhateyên herêmê li kêleka hev disekinin da ku ewlehî û îstîqrarê bi cih bikin.

Her wiha endama HPC`ê Firyal Belawiyê bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku parastina welatê xwe bikin û li pêşiya gefên Tirkiyê bisekinin.

(jo)

ANHA 

 


Mijarên Din