HPC`ê dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir

60 kes ji şêniyên bajarokê Ebû Cirin ê bi ser navçeya Til Hemîsê ve dewreya perwerdeyê ya HPC`ê bi dawî kir.

60 kes ji şêniyên bajarokê Ebû Cirin ê girêdayî navçeya Til Hemîs tev li dewreya Hêzên Parastina Civakî (HPC) bûn. Dewreya perwerdeyê bi navê şehîd Hamid Til Hemîs ê di şerê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbû, hatibû vekirin.

Dewreya perwerdeyê 13 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên girêdayî çekan û bikaranîna wan, girîngiya perwerdeyê û wekî din dersên teorîk hatin dîtin.

Rakan Fehîm ku ji gundê Belqîs ê bajarokê Ebû Cirin e û beşdarekî dewreya perwerdeyê bû, diyar kir ku parastin erka hemû endamên civakê ye û divê gelê herêmê tev li HPC`ê bibe da ku gundên xwe biparêze.

Endamê HPC`ê Yasîn Izo El-Elêwî jî got parastina cewherî parastina xak û rûmetê ye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din