​​​​​​​Hosteyê saetan yê 70 salan

Saetçêkerê herî kevin ê Sûriyê Mihemed Hacî Salih Hisên, behsa kit û hûrgiliyên serpêhatiya karê xwe ya 70 salan kir.

Di dirêjiya dîrokê de lêgerîna amûrê demjimartinê bi Misrîyan dest pê kiriye, hindî ku teknolojî bi pêş ketiye cur û celebên saet û demjimêran jî hatine guhartin û bi pêş ketine. Berê saetên bi avê, bi xîzê, saetên barkirî, saetên bi pîl û herî dawîn jî katjimêrên elektronîk hatin çêkirin. Bêguman saet amûrek e û wekî hemû amûran bi demekê re ev saet xira dibin û arize bi wan dikeve, îjar ji bo çêkirina ariza van katjimêran hosteyên saetan (saetçêker) pêwist bûne. Mihemed Hacî Salih Husên 90 salî ye û li Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bîst saliya xwe ve ye hostekariya saetan dike.

 Hacî Salih serpêhatiya 70 salî ya hostekariya saetan bi me re parve kir.

Hacî Salih bal kişand ser serpêhatiya malbata xwe û da zanîn ku malbata wî ji Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê mala xwe aniye Mêrdînê û ji wir jî wan koçî Rojava kiriye û got ku hostekariya wî ya saetan jî li gundê Helicê yê Kobanê dema melayê mizgeftê bûye, dest pê kiriye. 

‘TI KESÎ FÊRÎ MIN NEKIR’

Hacî Salih weha behsa karê xwe kir, “Ev nêzî 70 salan e ez hostekariya saetan dikim. Wexta ez li gundê Helincê yê Kobanê mela bûm min rahişte têlan bi wan vîde vekirin, min têl hûr dikirin û dixistin turnevîde û pê dest bi hostekariyê kir. Tu kesî ev kar nîşanî min neda, min ji mereqa xwe xwe fêrî vî karî kir.” 

Hacî Salih helwesta bavê xwe ya bo hostekariya wî bi bîr xist û got, “Ez xwe bi xwe fêrî vî karî bûm. Min pênc salan li gundî di ber melatiyê re hostekarîya saetan jî kir. Paşê ez hatim bajêr û min ji xwe re dikana hostekariya saetan vekir. Bi dilê bavê min nebû. Bavê min gote min, vî karî neke. Min jê re got, xelk tê nik min, ji min dixwaze ku ez saetên wan ên xirabûyî çak bikim. Bavê min dîsa nexwest ez vî karî bikim. Wê hingê camêrekî saeta xwe anî nik min da ku jê re çak bikim. Min gotê, bi dilê bavê min nîn e. Li ser vê yekê ew camêr çû ba bavê min, jê re got saeta min xira bûye û li vî bajarî tu hostekarê saetan min çêke tune ye. Li ser vê yekê bavê min gazî min kir û gote min, te çima saeta wî camêrî çê nekir. Min jê re got, te nehişt ez saetan çak bikim. Heke her kesê saeta wî xira bibe pêşî bê cem te, tu destûrê bidî ku ez saeta wî çêkim, bi wî awayî ev kar nabe. Li ser vê axaftinê bavê min razî bû û min careke din dest bi hostekariya saetan kir.”  

Mihemed Hacî Salih diyar kir ku wî li navenda bajêr dukana hostekariya saetan vekir û dest bi çakkirina saetên xirabbûyî kir û weha pê de çû: “Her weha min di ber re karûbarê kirîn û firotina dolar, TL û zêran jî kir. Ez 12 salan li Kobanê mam, paşê ez hatim li Amûdê bi cih bûm û 12 salan jî ez li wê derê mam û piştre jî ez derbasî Qamişlo bûm.”

ÊDÎ SAETÊN BARKIRÎ Û BI ZEMBEROK NEMANE

Hacî Salih bi bîr xist ku berê saetên barkirî û bi zemberok hebû û ew saet erzan bûn û got, “Niha êdî ew cur saet nemane. Wê demê min ew saetên barkirî bi 30 û 35 wereqeyan dikirrîn û du sê wereqe jî min diavêtin ser û wisa bi erzanî difirotin. Helbet kara min tê de hebû.”

Hacî Salih amaje bi hostekariya saetên berê kir û aşkere kir ku hostekariya wan saetên berê hêsan bû, hinek caran tenê pîl û bataryên wan diguhertin û got, “Hinek celeb saet hebûn nedihatin vekirin, lewra heke arize biketa wan êdî ew saet sax nedibûn. Berê saetên bi zincîr ên berîkan hebûn. Bi 4 û 5 wereqe buhayê wan hebû. Min ew bi nîv wereqeyî temîr dikirin.”  

JI SIYA TAVÊ WEXT ÇAWA TÊ ZANÎN

Hacî Salih destnîşan kir ku zemanê berê mirovên bê saet li tavê dinihêrt û li gorî siya wê dizanibû ka çi dan û wextê rojê ye û weha axaftina xwe domand: “Yanî wan berê xwe dida rojê û li gorî siya wê dizanibû ka nîvro ye, paşnîvro ye an jî êvarî ye. Min jî bi vî awayî danên rojê ji hev derdixistin. Piştî saet hatin êdî hewceyî bi çavdêriya sîbera tavê nema.”

Hacî Salih got ku li herêmê tu kes di ser wî re bo hostekariya saetan tune ye û weha behsa wan wext û zemanan dike; “Berê li Dirbesiyê, Serêkaniyê û Qamişlokê tenê hostekarekî saetan hebûye. Niha bi qasî xîza devê çeman hostekarên saetan hene. Li seranserê Sûriyê ez yek ji hostekarê saetan ê sereta me. Min hostekariya saetan nîşanî hemû zarokên xwe daye û her yek ji wan bûye hosteyekî jîr. Bo nimûne, kurekî min ji min çêtir fêrî hostekariya katjimêran bûye.” 

‘ÇI SAETÊN XIRAB JI DESTÊN MIN NEFILITÎN’

Hacî Salih da zanîn ku ew hostekarekî jêhatî ye û got, “Bi salan e ez saetên xirabûyî çak dikim, heta niha tu saeta xirab ji destê min nefilitiye. Heta niha jî saetên dîwaran, saetan zend û bendan tînin nik min da ku ez wan çak bikim. Lê êdî ez pîr bûme û nexweşiya min dest nade min. Bo nimûne, hin caran hin hostekarên saetan jî gava nikaribin saetekê çak bikin tînin nik min.”

EZ BI KARÊ XWE DILXWEŞ DIBIM

Hacî Salih bi bîr xist ku duh jî camêrekî saeta xwe aniye cem wî û weha axaftina xwe bi serî kir, “Min jê re got ez êdî nikarim saetan çêkim. Lê wî saeta xwe danî nik min û çû. Li bendê ye ku ez saeta wî çak bikim.” Hacî Salih di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser keda di ber hostekariyê de tê kirin û weha got: “Gelek kêfa min tê wexta ez dibînim min saetek rawestiyayî sax kiriye û ez dibînim ew saet dîsa dişuxile. Lewra ez bi karê xwe gelekî dilxweş dibim.”

(od)

ANHA


Mijarên Din