Holenda û Îtalya jî gazî balyozê Tirkiyê kirin

Îtalya, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gazî balyozê Tirkiyê yê li Îtaliya kir û daxwaza rawestandina êrîşan kir. Îtaliya wek Fransa û Holanda heman helwest girtiye.

Li gor ajansa nûçeyan a Îtalya AKÎ, wezareta derve ya Îtalya di peyamekê de gotiye:``Wezîrê derve yê Îtaliya Loycî Dy Mayo daxwaz kir balyozê Tirkiyê yê li Îtaliya ji bo baregeha wezareta Roma (Koşka Fransa) were gazîkirin.`` Da ku careke din li ser giringiya seknandina karê ji yek alî de, tekez bike.

Berdewamiya peyamê wiha ye:``Îtalya tekez dike ku rêya tekane ya çareseriyê ya herdemî ya ji bo aloziya Sûriyê, proseya sîyasî ya niha di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye.``

Berî Îtalya , Fransa jî gazî balyozê Tirkiyê yê li Fransa kiribû. Da ku jêre bêje Parîsê êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red dike. Her wiha wezareta derve ya Holanda jî duh çarşemê gazî balyozê Tirkiyê kir û êrîş şermezar kir.


Mijarên Din