Hogir Mihemed… nûçegihanê lêgerîna heqîqetê

Di pêvajoya Şoreşa Rojava de gelek nûçegihan û rojnemevanên ku berxwedan û kiryarên çeteyên dagirker dişopandin, şehîd bûn. Ji wan yek jî şehîd Hogir Mihemed bû ku pêngava têkbirina DAIŞ’ê ya bi navê Pêngava Bagera Cizîrê dişopand.

Ji destpêka şerê li dijî DAIŞ`ê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ajansa me ANHA`yê daneyên berxwedanê kêlî bi kêlî dişopandin û di pêngava têkbirina DAIŞ`ê ya di baregehên Dêrazorê de, her wiha bi berdewamkirina pêngava rizgariya bajarê Reqayê re ku DAIŞ wek paytexta xîlafetê îdia kirin, QSD`ê di 9`ê Îlona 2017`an Pêngava Bagera Cizîrê, da ku rojhilatê bejahiya Dêrazorê ji çeteyan rizgar bike, ragihand. 

12`ê Cotmehê çeteyên DAIŞ`ê 2 erebe di nava sivîlên ku ji herêmên di bin serweriya rejîma Baasê de bûn, reviyabûn anku herêmên bejahiya Dêrazorê û bi rêya "Xurafî" ku Dêrazorê bi Hesekê ve girê dide, ber bi herêmên ku QSD`ê rizgar kiribûn ve çûn. Di wê demê de nûçegihanên me Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz rewşa şer dişopand.

Di encama kiryarên çeteyan de nûçegihan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûbûn û Rizgar Denîz jî rakirin nexweşxaneya Hesekê, paşê ew rakirin nexweşxaniya Qamişlo û herî dawî jî ew rakirin nexweşxaneya Şamê da ku tedawiya xwe bibîne, lê tevî hemû hewldanên tenduristiyê da ku rehet bibe, di 18`ê Kanûnê de şehîd bûbû.

Her 3 hevalên me di qada çapemeniyê de xwedî mîras in û di vê raporê de em ê girîngtirîn kêliyên jiyana şehîd Hogir Mihemd bi bîr bixin.

Şehîd Hogir sala 1991`an li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji dayik bûye û di nava malbateke welatparêz de mezin bûbû. Malbata wî fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan di salên 90’î de bi rêya apê şehîd Hogir têkoşer Cûma Mihemd bi nasnav Roşer Menal ku di sala 1994`an de di nava refên tevgera rizgariya Kurdistan de û li Xerzanê şehîd bûbû, nas kirin.

Malbata Hogir ji 8 zarokan pêk tê, Hogir li Dibistana Axir Zeman a gundê Xirbet Xedîr xwendiye û tevî hezkirina wî ji xwendinê re terka xwendinê kir û li gel bavê xwe çandinî kir da ku alîkariya malbata xwe bike.

Hogir di zaroktiya xwe ve bi dilpakî û hêminiya xwe dihat naskirin, ji ber vê yekê her kesî jê hez dikir, piştî terka xwendina xwe kir bi bavê xwe re heta temenê 18`an di çandiniyê de xebitî û paşê çû leşkeriya rejîma Sûriyê. Piştî sal û nîvekê ji leşkeriyê ji aliyê rejîmê ve hate girtin û ew birin girtîgeha Sêdnaya, demekê di girtîgehê de ma û bi hemû awayan lêdan û îşkence dît. Paşê ew veguhastin qada leşkerî û di destpêka Şoreşa Rojava de leşkeriya xwe bi dawî kir.

Hogir ji ber êş û azara di girtîgehên rejîma Baasê de dît, wekî ciwanên herêmê di destpêka şoreşê de tev li nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û perwerdeyên leşkerî û bîrdozî dîtin. Paşê wekî ajokarê veguhastina çek û teqemeniyên ji şervanan re hate erkdarkirin, li ser vî esasî bi hemû hevalên xwe re ji Serêkaniyê bigire û heta Şengalê, her wiha bajarên Dêrazorê û Reqayê geriya anku li hemû pêngavên Rojava û Bakurê Sûriyê geriya.

Di sala 2017`an de ji ber ku dixwest kêlî bi kêlî berxwedanê bişopîne, beşdarî qada çapemeniyê bûbû, tevî ku endamekî nû lê her dixwest pêngava Bagera Cizîrê ya tunekirina DAIŞ`ê bişopîne.

Şehîd Hogir li gel bi dehan hevalên xwe yên rojnamevan rastiya çeteyên DAIŞ şopand û ji hemû cîhanê re eşkere kir. Her wiha bi kameraya xwe serkeftinên şervanên QSD`ê û azara ku sivîlan li ser destê DAIŞ`ê kişandin şopand.

Şehîd Hogir dilpak bû, bi sivîlan re sosyal bû û dixwest alîkariya wan bike. Dema ku li ser rêya Xurafî bû û sivîlên ku ji herêmên di bin serweriya rejîmê reviyabûn û li herêmên QSD`ê rizgar kiribûn bi cih bûbûn, Hogir bi hevalên xwe Dilîşan û Rizgar re di nava sivîlan de digeriya û êşa wan belge dikir. Lê belê çeteyan erebeyeke bombebarkirî di nava sivîlan de teqand û gihaştin asta şehadetê.

Şehîd Hogir li goristana şehîd Delîl Saroxan di roja 17`ê Cotmehê de bi beşdariya bi hezaran şênî û hevrêyên wan hate oxirkirin.

Ji ber ku şehîd Hogir Mihemed ji sporê hez dikir û hevalên xwe her vexwenin avakirina tîmekê li taxê, piştî ku şehîd bû, li bajarê Amûdê dewriyek bi navê şehîd Hogir Mihemed hate vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din