‘Hîn jî çavê Tirkiyê li dagirkirina Til Rifatê ye’

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxê kantona Efrînê, Sadiq Berekat bang li gelê Sûriyê kir ku li dor projeya Sûriyeya demokratik a nenavendî bicivin. Berekat got: “Da ku li hember gefên Tirkiyê ya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.”

Rayedarên dewleta Tirk a  dagirker gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Bi vê re jî dewleta dagirker leşkerên xwe li ser sinorê di navbera herêmê û Tirkiyê de zêde dike.

Girêdayî mijarê ANHA’yê hevdîtin bi Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxê kantona Efrînê, Sadiq Berekat re çêkir. Berekat got: “Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve di krîza aboriyê re derbas dibe. Sedemê vê jî piştgiriya wî ya bi komên çete re ye. Ji wê jî zêdetir nakokiyên wê bi dewletên mezin re hene. Tirkiye di rewşeke nakok û hilweşandinê ya standina biryarên siyasî re derbas dibe."

Berekat wiha domand: "Siyaseta Erdogan ber bi hilweşandinê ve diçe, bi taybet piştî binkeftina di hilbijartinên dawîn de."

Berekat bang li gelê Sûriyê kir ku li hember gefên Tirkiyê li dora projeya Sûriya demokratik a nenavendî bicivin û wiha got: “Bi vê yekê dê bigihin çareyên aştî ya bi rihê biratiyê.”

Berekat destnîşan kir ku êrîşkirina navçeya Til Rifatê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji planên Rûsya û Tirkiyê ye û wiha axivî: “Lê di heman demê de li ser hin xalan li hev nekirine û bi wê re jî planên wan di herêmê de bibin ketin."

Herêmên nêzî Til Rifatê bi awayekî rojane  rastî topbaranan tên û di encamê de ziyanên madî û mirovî rû didin.

Sadiq Berekat di berdewamiya gotinên xwe de wiha got: “Hê jî çavên Tirkiyê li dagirkirina navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê ye. Da ku berjewendiyên xwe heta giştî gund û herêmên bajarê Helebê pêk bîne. Vîna şêniyên Efrînê yên berxwedêr li Şehbayê bişikîne û dûrî sînora kantona Efrînê bike. Bi wê re jî koçberî cihên dûr bike."

Berekat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca Tirkiyê ji koçberkirina penaberên Sûriyê ew e ku li Efrînê  gurhartina demografiyê çêbike. Dixwaze vê yekê jî bi rêya koçberkirina şêniyên wê yê resen û bicihkirina penaberan li şûna wan, pêk bîne.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din