Hêjmarên kovara Hawar di Pêşangeha Herekol de ne

Cara yekemîn tevahiya hejmarên kovara Hawar a dîrokî ya ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1932`an de derxistiye, di pirtûkekê de hatine komkirin. Pirtûk di Pêşangeha Pirtûkan a Sêyemîn- Herekol de tê pêşkêşkirin.

Di bin dirûşmeya `Civak dixwîne civak pêş dikeve ye` roja Şemiyê yanî 20`ê Tîrmehê Pêşegeha Pirtûkan a Sêyemîn-Herekol li hola Zana ya bajarê Qamişlo lidar ket. Li gorî komîteya amadekar hejmara pirtûkên ku hatine pêşkêşkirin 8 hezar û 500 pirtûk in. Pirtûk ji aliyê mijaran ve cihereng bûn; çandî, siyasî, civakî, felsefî, dîrokî, olî, civakî, zanistî, wêjeyî, helbest, çîrok û roman. Her wiha pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Inglîzî û Tirkî hatibûn amedekirin . Lê îsal tişta balkêş di pêşengehê de pirtûka ku tevahiya hejmarên kovara Hawar kom dike, ye.

Pirtûka Hawar ji hezar û 100 rûpelan pêk tê. Li Siwêdê hatiye çapkirin û tevahiya hejmarên kovara Hawar bi zimanê Kurdî (zaravaya Soranî û Kurmancî), zimanê Erebî, Farsî û Tirkî di pirtûkekê de hatine komkirin.

Hoşeng Nûh, berpirs û berdevkê Dar El-Zemen a çapkirin û weşanê yê ku beşdarî pêşangehê bûye, got: "Piştî wefata Mîr Celadet Elî Bedirxan kopiya kovarê di salên 80 û 90`î de berbelav bû. Piştre nivîskar Firat Cûrî yê ji Bakurê Kurdistanê hat Rojava, li kopiyên kovarê yên li Şam û Helebê geriya, berhev kirin û vegerî Siwêdê. Piştî wê hejmarên kovara Hawar wek pirtûkekê şand Rojava da ku di pêşengeha Herekol de were pêşkêşkirin.”

Nûh dibîne ku komkirina tevahiya hejmarên kovara Hawarê di pirtûkekê de û hebûna wê li Rojava mîna xewnê ye û got: “Ji ber ku ji sala 1932`an ve ev cara yekemîn e ku kopiyek çapkirî ji kovarê di pirtûkekê de dighêje Rojava.”

Nûh girîngiya kovara Hawar bi bîr xist û wiha axivî: “Ji ber ku bi rêya kovarê zimanê Kurdî belav bû. Her wiha taybetmendiya kovarê heye ji ber ku bi zaravayê Soranî, zazakî, zimanên Tirkî û Farsî û hejmarek jê bi zimanê Erebî dihat nivîsandin. Kovar ji hejmara 24 heya 57 tenê bi zimanê Kurdî dihat weşandin.”

Nûh girêdayî pirtûkê wiha got: "Pirtûk girêdayî destpêkirina rojnamegeriya Kurdî  lêvegerek dîrokî ya girîng e. Vegerandina kovara Hawar ji cihê xwe yê bingehîn re cihê şanaziyê ye. Armanc ji anîna pirtûkê, xwendina fikrê Celadet Bedirxan, şîrove û analîzên wî ne. Her wiha sûd jê were girtin da ku têghiştinek di navbera civakê de biafrînin, vegerin zimanê dayîkê û berhemên wê. Em dê ji bo lêkolînên xwe gelek sûd jê bigirin."

Kovara Hawar; kovarek wêjeyî ya Kurdî ye. Mîr Celadet Bedirxan li Şamê derxistiye. Hejmara wê ya yekemîn di 15`ê Gulana 1932`an de hate weşandin. Kovar heya Tebaxa 1943`yan dihat weşandin. Piştî weşandina 57 hejmaran rawestî. Madeyên kovarê bi tîpên Erebî û Latînî heta hejmara 23 dihatin nivîsandin. Piştre ji hemara 24 heya 57 tenê bi tîpên latînî hatin weşandin. Alfebeya Kurdî ya latînî ya ku Celadet Bedirxan bi kar aniye bi navê Alfebeya Hawar yan jî Alfebeya Bedirxan hate bi navkirin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din